Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
emel - tirşik
emel
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji ber zêde şixulîna roviyan, zêde çûna destmêja mezin û zêde avîbûna destmêja mezin.

ji rojê sê caran heya sê rojan carekê, çûna desmêja mezin normal e. ji van sînoran zêdetir be weke emelbûn, kêmtir be weke qebzbûn tê binavkirin.

(bnr: gastroenterît)

(bnr: îleus)

(bnr: konstîpasyon)



27.11.2013 11:25 | simurg56

2. nexweşiya ku li ba me jê re 'amel' tê gotin , hatta peyva vijikî bûn jî ciye amel re te gotin , ferqeki çawa navbera wa de heye nizanim , leblebi jê re baş te



27.11.2013 15:06 | babayaro

3. di kurmancî de tê wateya kar, xebat û şixul.. ez ne şaş bim bi eslê xwe peyveke erebî ye.. di kurmancÎ de bi piranî digel peyveke din ya hevwateya xwe, ji bo ku têhn û tesîra hevokê xurttir bike tê bikar anîn.. wek; filankes ev serê çend salan e tu îş û emelî nake.. lêkera emilandinê ya di wateya şixulandin, bikar anînê jî ji vê peyvê hatiye çêkirin an darêjtin..



27.11.2013 19:10 | endazer

4. di termînolojiya dînê îslamê de çi xêr çi guneh ji bo hemû kar û kirinên mirovan yên li cem xwudê têne qeydkirin tê gotin.. li gorî baweriyê her evdekî deftereka emelan heye û mirov heta sax û li ser xwe ye çi bike milyaketên xwudê wê di deftera wî ya emelan de dinivîse û qeyd dike.. û dîsa li gorî baweriyê piştî qiyamet rabû û bi sûra îsrafîl temamê mirovahiyê wê ji xew û xefleta mirinê hişyar bibe û hingî xwudê li gorî deftera emelan wê me hemûyan bidarizîne eger xêr û qenciyên me bi ser bikevin hingî wê deftera me ji milê rastê ve ji bo me were dayîn û derî û dergehên cinnetê we ji bo me werin vekirin.. lê eger hejmara guneh û xirabiyên zora xêr û qenciyên me bibe û xwudê jî li me newe rehmê hingî deftera me wê ji milê çepê ve were dayîn, cehnim wê sing û berê xwe yê tijî mankên û modêlên têra xwe seksî ji me re veke..



27.11.2013 19:21 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» emeliyata sham

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî