Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
rojnameya zaman - tirşik
rojnameya zaman
(2) (0) (5)
di mijarê de bigere

1. kaxizên binivîs yên cemaata gulen e.

li gorî îstatîstîkên dibêjin, rojê nêzikî 1.000.000 heb tê firotin. vê rojnameyê de carina nûçeyên wisa derdikevin ku carina biryara dadgehan carina jî zagonên ku wê pêşerojê de derkevin, radigihînin. ev qas nêzikî akpê ye, pardon nêzikî hêzên desthilatdar e.



tîraja ku îdîa dikin jî derew û balonek mezin e. berî çend salan dema em mala xwendekaran de diman, ev rojname her roj dihat ber deriyê me. kes ji me ne cemaatçî bû, kes ji me nediçû civînên wan jî. lê nizanim çiam dîsa jî her roj dihat ber deriyê me. me jî dema lazim dibû, ji ber derî distand wextê xwarinê li erdê radixist û weke sifreyê bi kar dianî.

zaman, rojnameyek wisa ye. hûn nexwazin jî bêpere didin we. hinek karsazên wan her roj mesele perê 100 heban 2000 heba didin ku belaş werin belavkirin. jixwe ji ber reklaman maliyeta wê jî îhtîmalek mezin 0 (sifir, zero) ye.

van rojnameyên ku bûhayê wan hatiye dayîn, dibin û li wargehên xwendekaran belav dikin.



(qalîteya vê kaxizê gelekî baş e. dema çaya we birije jî zûzû jê derbas nabe û xalîçeyên we şil nake. heç weke ji bo bûna sifrê hatine çêkirin welleh)



27.11.2013 22:50 | simurg56

2. Dirûşme û slogana wê ya meşhûr a di nav xwedekaran de bi vî rengê ye "zaman, rojnameya ku av tê re derbas nabe" henek menek li alîkî heqqeten jî avê derbas nake. Taybetiya vê rojnameyê ew e ku berepaşkî tê xwendin. Yanî mirov pêşî dest bi nûçeyên sporê dike. Jixwe awê ku dibêjin wekî din bi kêrî tişteke din nayê.



27.11.2013 23:10 | ceso

3. rojnameya ku van rojan bûye dijminê akp ê .

ê we bi salan qûna akpê alast niha darbeya herî mezin ew li quna we dide

(bnr: oxweş)



28.11.2013 01:13 | brusk56

4. rojnameya ku demekî ez jî abone bûm.. ji ber ku tê de magazîn û mûstehcenî tunebû kêfa min jê re dihat.. ji xwe eger mirov di mektebeka cemaetê de bixwîne ne mimkun e ku mirov nebe abone.. tu carî nayê bîra min ku min pereyê rojnameyê dayî, lê çar salan ser hev her roj rojnameya min dihate ber deriyê min..

ji aliyê polîtÎkaya xwe ya weşanê ve gelekî dişibe weşanên nêzikî pkkê.. her tişta ku li ser rûyê erdê diqewime ji pencere û perspektîveke teng û sînorkirî ya îdeolojîk ya li ser xêr û berjewendiyen rêxistin û cemaeta xwe dinêrin û radigihînin û li xelkê belav dikin.. ez bêjim li kenyayê erdhêjek çêbe çapemeniya pkkê çawa wê di ber raghandina nûçeya erdhêjê re behsa teslîmkirina öcalan ya ji aliyê vê dewletê ve jî bike.. eyn welê eger li rûsyayê an li îran û efxanîstan û erebîstana siûdî qeza an teqÎnek çêbe, zaman jî wê di ber ragihandina bûyerê re behsa tengasiyên ku hikûmetên van dewletan ji sazî û mektebên cemaetê re derdixin bike..

dawiya dawîn ew jî wekê hemû çapemeniyên li ser rûyê erdê kerekî hevsarkirî ye û hevsarê wê jî di destê kom û komeleyekî ku dixwaze temamê dinyayê bi rengên xwe birengîne û fikrên xwe lê empoze bike de ye..

malpera wê ya resmî : http://www.zaman.com.tr/haber



28.11.2013 01:47 | endazer

5. mutto an slogana vê rojnameyê jî ev e: gerçekler zamanla anlaşılır.. yanî bi ger û fetla demê re heqîqet tehequq dikin anku kifş dibin û derdikevin meydanê.. dema mirov navê rojnameyê berevajî ddike û dixwîne navê wê dibe namaz û namaz jî bi krumancî nimêj e..



28.11.2013 01:52 | endazer

6. xwedî yê kaxezên gellek qayîme ji ber vê yekê ev rojname ji bilî xwendinê mirov dikarê bikê cilika bin taştê an ji firavînê. *



28.11.2013 08:39 | karmatî

7. rojnameya ku heta doh ji bo komkujiya roboskê digo "operasyona kaçaxçiyan" lê çi ecêba xwedê ye ku piştî cenga akp Û cemaatÊ rû da îro gotine qetlîama roboskê. law ka pêşî rêzefîlma şefkattepe'yê ji televizyona xwe rakin paşê bikevin hewldanên xapandina kurdan.



29.12.2013 10:11 | oxir

8. rojnameya cemaatê ye. ku ew cemaata ku berpirsiyarê roboskêyê û operasyona kckê bixwe ye. bêîman e.



29.12.2013 12:08 | simurg56

9. rojnameya ku malpera xwe ya îngîlîzî de (todays zaman) nûçeya mirona ariel şaron de peyva "trailblazer" bi kar aniye. yanî "mirovê ku rê li ber vedike, serok"



12.01.2014 16:26 | simurg56

10. rojnameya ku nahêje 5 kurîşan. tenê propaganda û virên xwe yên pîroz doweşînin. ji ber ku nûçeyên vê rojnameyê pîroz in, xwendevan jî ji her nûçeyê ew qas bawer in ku heçko ayeta kuranê ye.

rojekê dema ez di dersxaneya cemaatê de bûm, wextê hilbijartina heremî bû. anketek di zamanê de hatibû weşandin û li gor anketê hema bêje bajarek tenê tunebû bdpê kar kirî. min anketî dît, ez aciz bûm û min got hemû vir û derew e abî got "na yaw çawa derew e, di zamanê de hatibe nivîsandin rast e" . min got em ê di hilbijartinê de bibînî. şikir ji xwedê re şaredariyên ku min gotî teqez em ê bistînin me stand û ew wek gû rûniştin cihê xwe.



12.01.2014 17:17 | brusk56

11. rojnameya ku tenê ji bo malaştina caman bikêr tê. û tiştekê dî jî. zaman dibe sifrayê xwendekaran. niha ev jî baş e. qe nebe em dikarin bêjin sûda wê jî heye.



12.01.2014 21:28 | bilîs

12. rojnameya ku van rojan li pey rekoran e. berê 1-3 heb dihat bayiya me û ew jî nedihat firotin. lê va çar roj e 60 heb dişÎnin û nîvê wan jî tê firotin. ti kes jî yekÎ nastîne yê ku herî kêm distîne 2 heban distîne. ev tişt nîşan dide ku ev bênamûs bê çi qas organîze û ji hev bi xeber in.



20.03.2014 21:11 | oxir

13. rojnameya ku îro twita rojnameya cumhuriyetê retweet kiriye *



18.10.2014 17:36 | simurg56

14. (bnr: nizanim kê kutaye te)



18.10.2014 21:29 | brusk56

15. êdî malê dewleta akpê ye. îro dewletê patronek diyar kiriye ji bo rojnameyê û rêveberiya wê bi dest xistiye. ev rojname mezintirîn amûra çapemeniyê ya cemaata gulen bû. piştî girtina televîzyona wan ya samanyolu tvyê, êdî hema bêje çapemeniya wan nema.



04.03.2016 20:28 | simurg56

16. (bnr: zordariyên akpê)

rojnameya wê bi hevda reş kirine mala cemaetîyan birine mîratê.. ewê cemaet bêdeng nemîne ewê jî erîşan li medya akpê bikin wisa neke jî hêvî wisanin, şêrêmin cemaet..



05.03.2016 00:50 | shorbevan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojnameya basnûçe
» zamanlaması manidar

Kategoriyên mijarê:: rojname
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî