1. nivîskarên ku nivîskariya tirşikê wek hewesekî dibînin.. wekê agirê kayê zû vêdikevin û zû ditemirin.. ez naxwazim navan bidim û tu kesî teşhîr bikim lê tu dibînî camêrinin bi dest xwe r di tirşikê de lehî û tofana peymanan radikin, mijaran li hev siwar dikin, tên bela xwe li nivÎskar û nenivîskaran didin, lê hefteyek din re tu lê dinêrî ku deng ji wan nayê, tê bêjî qey ax û ava tirşikê li xwe heram kirine.. |
|
03.12.2013 03:41 |
endazer
|
2. nîşana sereke ya karakterê kurda ye. Ji ber kû em kurd dema dest bi karekî dikin em dibêjin emê dinyayê xirab bikin Û bi kelecaneke mezin dest bi karekî dikin. Dema me dît kû ew kar ewqasî ne hêsane vêca an mihana dibînin an jî hema dûvê xwe di deynin diçin. Yanî di karê me kurdan de îstiqrar û berdewamî nîne.. Tişta kû di tirşikê de diqewimê ez bawerim ji vê nêrinê ne dûr e.. |
|
03.12.2013 23:39 |
nan û av
|
3. nivîskarên ku ez jî weke hezkiriyekî niskê dikarim bikevim di nav de . |
|
04.12.2013 00:56 |
brusk56
|
4. nivîskarên ku tên û 10-20 peyam dinivîsin û paşê dibêjin qey wê êdî tirşik tijî kartol û goşt bibe, lê dibînin ku rojekê din dîsa nivîsa "qet mijar tune" weke zelekek hişk li rûyê wan dikeve û dev ji nivîsandinê berdidin in. |
|
04.12.2013 01:05 |
brusk56
|
5. Endazer ku aciz dibe di dirbê vê mijarê de hema mijaran vedike. Ey keko nabe ha nabe ma em çi bikin! Ev ji me tê! Hella hella! |
|
11.04.2014 04:33 |
hemdilaarda
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |