Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
fisteqa sêrtê - tirşik
fisteqa sêrtê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Cûreyeke fisteqan ku li sêrt û derdora wê çêdibe.

Ji aliyê mezinbûnê ve, ji aliyê tama xwe û ji aliyê hêsanî kelişîna xwe ji fisteqa dîlokê gelekî xweştir.

her çiqas li dîlokê bijîm jî dikarim bêjim ku fisteqên ku ji min re ji sêrtê tên xweştir in.

(bnr: dîlok)



16.06.2013 21:13 | simurg56

2. di hawarnetê de qala wê kirine:



Fêydeyên ku dide laşê însanan gelek in. Her ku diçe hilberîna wê zêde dibe û di aboriya bajêr de jî cîhekî giring digre.

Ku hilberîn wisa dewam bike fisteka sêrtê wê di pêşerojê de bi fisteka îran û amerîkayê re reqabet bike.

Fisteka Sêrtê ji Sêrtiyiyan re deriyekî debarê ye.

Li giştiyê welêt 18 milyon û 250 hezar darên fisteqê hene. Nêzî 7 hezar hilberînerê fisteqê hene û 25 hezar welatî di vê sektorê de dişixulin.

Fisteqa sêrtê bi çend taybetmendiyên xwe ve ji yên din vediqete.

Em dikarin van wisa bijmêrin:

Fisteqên Sêrtê ya ewil ji yên din mezintir e. Rûnê ku di nav xwe de dihewîne li gor yên din hindiktir e. Kaloriya wê kêm e, kollesterolê dadixe, mirovan lewaz dike. Proteîna ku tê de û rêjeyên rûnê we, ji bo tenduristiyê rolekî giring dilîze.

Ger rojê 10-12 heb werin xwarin rûnê ku ji bo laşê mirov hewceye tê peydakirin. Tê de vîtamîna B1, E, B, C fosfor hene.

Rekolteya fisteka Sêrtê her ku diçe zêde dibe. Her roj bexçeyekî nû tê avakirin û bi sedan darên fistekê tên danîn.

Li dinyayê Îran û Amerîka di hilberîna fisteqan de di pêş de ne.

Hindekarê Fakûlteya Ziraatê ya Zanîngeha Harranê Doçent Doktor Îzzet Yaşar dibêje fisteka Sêrtê di pêşerojê de wê di bazarê de li ba yên Îranê û Amerîkayê cîhê xwe bigre.

Ger hilberîn wisa dewam bike fisteqa Sêrtê wê di pêşerojê de bi van taybetmendiyên xwe ve bi fisteqên Îran û Amerîkayê re di bazara dinyayê de cîhê xwe bigre û wê bi wan re reqabet bike.



02.04.2014 00:20 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» fisteqa sêrtê

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî