1. rêzefîlmeke komîk e. fîlmê de du karakterên sereke leonard hofstadter û sheldon cooper fîzîkzanên gelekî jêhatî ne û gelekî zîrek in. lê mixabin jiyana sosyal de ev rewş berevajî ye. piştî ku keçikek xweşik ku tekane xeyala wê bûna lîstkvanek navdar e, tê û dibe cîranê wan(penny); ev kêmasiya wan êdî bêtir xwe dide der. helbet weke piraniya fîlmên amerîkî, vê rêzefîlmê de jî cihûyek heye: howard wolowitz ji xeynî wan karakterê hindû rajesh koothrappali jî bi devoka xwe ya îngîlîzî, gelekî sempatîk û komîk e. |
|
29.12.2013 15:53 |
simurg56
|
2. the big bang theory |
|
11.09.2015 14:36 |
ded hesen
|
3. Sernavê min şaş nivîsiye lew derneket û min peyama xwe jê bir. |
|
11.09.2015 15:30 |
dijber
|
4. teorîya teqînîya mezin |
|
11.09.2015 22:45 |
shorbevan
|
5. rêzefîlmeke gelekî serkeftîye. 8 sal berê(2007) hatiye çêkirin û vaye bûye çend sal ez lê temaşe dikim lê hînêj jê aciz nebûme. li gorî min ev rêzefîlm herdem wekî niha xweş dimîne. |
|
23.11.2015 04:57 ~2016.04.21 02:00 |
sloujouc
|
6. rêzefilma bi rastî gelekî serkeftî. ji xwe ji imdbê 8,5 standiye û ev puaneke pir baş e. herî dawî episode 9 beşa 9 hatiye weşandin û didome. ez zêde pê nakevim lê kengê li derekê rastê bêm nikarim jê biborim û guhdarî dikim. |
|
23.11.2015 07:43 |
azadixwaz
|
7. ji bo mirov karibe ji rastiyê bireve, ev rêzefîlm dibe hêlînek. |
|
02.12.2015 22:37 ~2019.12.01 18:43 |
biruya hayao miyazaki
|
8. bnr. "I am not insane my mother had me tested", " O gravity. Thou art a heartless bitch", "That's my spot". |
|
16.08.2016 17:47 |
elielilamalama
|
9. Fêhleke min ya xirab,belku min hemî epîsodên vê rêzefîlmê ,wekî muptelayekê deh cara temaşe kiribît.Karakter û diyalog gelek serkeftîne.Sheldon Cooper îdolê min e. Hevalên min yên malê bo ku min hêrs bikin navê min kiribûn Sheldon. Ma ez hind weswesok im? Ne willah,heram bît. |
|
16.08.2016 17:49 |
elielilamalama
|
|
|
23.12.2016 23:06 |
simurg56
|
11. piştî rêzefîlma lost, ez ê dîsa temaşa wê rêzefîlmê bikim. yek ji rêzefîlma herî xweş a derheqê nerdan de ye. ya din jî stranger things e. |
|
27.06.2019 13:26 ~16:28 |
xelîl
|
12. Rêzefîlma ku di sezona 12 an de gulana çûnî fînala xwe kir. Gelekî bêriyê dikim. |
|
01.12.2019 13:54 |
biaqila malê
|
13. min 8 an jî 9 sezonên vê rêzefîlmê temaşe kir. pir serkeftî ye. sheldon cooper lehengê min bû. kengî pîza bixwim an jî hobbit temaşe bikim, wasî sanîye be jî miheqaq tê hişê min. |
|
01.12.2019 18:48 |
biruya hayao miyazaki
|
14. Min jî heta sezona 7 a temaşe kir lê paşî her çendî rêzefîlm be jî senarîst di hinek karekteran de serguzeşta wan li derî rastîyê nivîsî bu yanî min digot ewqa jî nabe mirovek, jinek nikare van tiştan bijî û hinek jê sar bum. Dûre bum êsîrê tatêla xwe û min ji sezona dawî hinek dîmenan temaşe kir vêca hewesa min şikest. Lê dîsa jî mirov dikare hema rasgele temaşe bike gelek esprîyên wî hene ku ne têkildarê beşên berê ne ev jî dike ku mirov ji kîjan beşê dixwaze dikare ji wir destpê bike. |
|
01.12.2019 21:55 |
azad30
|
15. rêzefilma ku ez tu caran lê germ nebûm. |
|
02.12.2019 20:27 |
brusk56
|
16. rêzefilmek komîk û jîrekane. jixwe komedîya serkeftî bi mejîyek jîr pêkane. bi teşeyê xwe dikeve refa situation comedy ku mereq dikim mirov dê vê têgihê çawan wergerîne kurdî. komedîya rewşê nakeve ser ziman. |
|
22.02.2020 16:23 |
hespêsor
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |