Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
pirsgirêka herî mezin ya mirovê modern - tirşik
pirsgirêka herî mezin ya mirovê modern
(12) (1) (3)
di mijarê de bigere

1. têkiliya jin û mêran e. berê têkiliya wan, piraniya çandan de diyarkirî bû net bû. lê piştî şoreşên ramanî êdî ev têkilî guherbar e û tim û tim mijara pevçûnan e.

îş û karê mirovên ku dibêjin em modern in jî, ev mesele ye.

(bnr: mirovê modern)

(bnr: medenîyet û modernîzm)



04.02.2014 22:30 | simurg56

2. pirsgireka bi giyanê wan re ye. yanî bi ruhî re.



05.02.2014 00:06 | giyanstêr

3. timatî, yanî têrnebûn.. yanî bêqenaetî, yanî newekirîn, yanî qîma xwe bi ya dest û dilê xwe de neanîn.. çavê xwe berdan ber derî û dîwarê xelkê.. yên di bin xwe re nedîtin, her gav û seet dilê xwe bijandin ji yên li ser xwe re.. mirov ji meymûnê hatiye an ne nizanim û nikarim derheqê meselê de tiştekî bêjim, lê wisa dixweye ku ber bi meymûnbûnê ve diçe..



05.02.2014 00:15 | endazer

4. tenêbun e. modernî ji alî kî tiştek baş e. lê alîyê din modernîya ewrûpayî mirov mehkûmî tenêbûnÊ dike. lazîme ku mere neelime modernîteyên ewrûpayî û amerîkî..



05.02.2014 19:32 | rûbar payîz

5. bnr: dave ramsey/45738



26.07.2014 17:30 | simurg56

6. Robotbûna/robotkirina mirovan e. 6 salî here dibistan e, 18 salî here zanîngehê (pishtî te zaningeh qedan karén din ji te re heram e, sherm e, halbukî belbî karè tu dixwaze kartir e) ji bo têkeve karekî vek kera bixebite, bizewice, zaroka çêke, mezin bike, û dema zarok bû 6 salî...



26.07.2014 21:02 | serpale

7. pirsgirêka ku weke vîrûsê belav dibe yanî depresyon e.



17.12.2014 22:39 | berxweda

8. di laşekî de cur bi cur kesayetî. yanê di rûyê xwe de bi maske yên cûda ve jiyîn.



19.12.2014 15:16 | nazim tolhildan

9. piştî tibb û teknolojî ev qasî pêş ket hê jî nikare gûye xwe u mîza xwe bigire.




10. (bnr: internet)

(bnr: zanîn)

(bnr: agahiyên belawela)

(bnr: agahiyên zêde lê vala)



07.11.2015 01:38 | dijber

11. (bnr: tenêtiya medyaya civakî)



31.03.2016 19:23 | xewnname

12. (bnr: tenêtî)



31.03.2016 19:25 | gulêê

13. (bnr: têrnebûn)



mirovên dema me ji tu tiştî têr nabe, sedema gelek tiştan jî ji vê daxwazê derdikeve.



31.03.2016 19:48 | xendekî

14. madem li vir ferhengeke înteraktîf e divê şîroveyên tiştan ligel agahiyan bên neqşandin, ger henek û tinaz û yarî qediyabin, de îjar em li ser bingeha pirsgirêka herî mezin ya mirovê modern bi dêhndarî biponijin, haydê genjler....



bi ya min, problema herî mezin bêrikirina rabirdûyê ye, rabirdûya ku bi fîlm, mûzîk û kitêban hînbûyî, ne rabirdûya bi çarçoweya zanîstiyê..

mirovê modern berê xwe gelek zêde fişalbûyî dide nostaljiyê û gelek neheqî li xwe û serdama xwe dike..

weka ku însan, di demên berê de, ango berê berê, gelek bextewar bûne, tu problemên wan tunebûye, jidilî û dilsozî esas bûye, emrê însan ji ber wan sedeman xweş derbas bûye falan fîstan...' gelo bi rastî jî wisa ye?



çawa ku jînewerên bîyolojîk ji nava pêvajoya werarê re derbas dibin û bi demê re forma xwe diguhuherînin û vediguherin di heman demê de sosyolojî û çanda însan û civatê jî diguhere û wek pêşveçûnê vediguhere.

tu armanca veguherîna jîndarên biyolojîk nîn e, loma mariv nikare bêje ew giş ber bi 'a başbûn'ê ve diherin, lê bes guherîna wan hew adaptebûna ekosîstemê ye, ango bi guherîna gerdûn û xwezayê, ji çarneçarî diguherin lê mirov û civat, bi daxwaz û armanç û mebestan bi hemdê xwe diguherin, loma jî her gav ber bi 'a baş' ve diçin



teşe û qalibên hemî civatan ji hev cihê ne, loma geşedan û pêşvebûna hemî civatan ne wek hev in, hin ji wan ji ber çend şert û mercên guherbar zûtir pêşve diçin, hin ji wan jî dereng.. wek mînak di girava afrîqayê de hê jî êl û qabîleyên ku di dema neolîtîk de dijîn hene, beravajiya wan êlan, li awropayê neqla organan jî pêk tê, trênên bilez jî*



mesele em ji vir biçin 800 sal beriya niha ya li awropayê, cezaya dardekirinê heye, û kuştina însanan ya ji ber sedema sucên wan, gelek zor î zexîm e yanî ne ku bi tenê wêrîsê diavêjin qirika sucdaran, kuştina tawanbaran ya ji ber qebheta wan, li meydanên bajêr pêk tê, bi awayekî hovane sucadaran înfaz dikin, xelk û gel jî bi baldarî û kêfeke mezin li mirina wan a hovane temaşe dikin, bi taybetî li îngîlîztanê ev înfazên vî rengî navdar e. lê îroj li wê dewletê îdam tune ye, ger zilamek qebhetek bike cezaya wî bi awayekî însanî tê dayîn, ger yek qebhetek neke û wek sucdar bê dîtin û berdestkirin, gel radibe li ser piyan. de îja hûn li ser van du mînakan diponijin..



em di gelek fîlmên dîrokî de rast lê tên ku li awropayê îşkenceyên gelek bê îman û eman pêk tên, hem kesê îşkenceyê dike hem jî yên derûdor ên temaşeyî vê sahneyê dikin, kêf û zewqê jê digirin, îroj li seranserê awropayê îşkence qedexe ye



mînakeke dî ya berbiçav, amerikayê ye, ji vir du sed sal berê reşikên amerikayê giş kole û xulamên çermspîyan bûn, tu mafê wan nîn bû, gelek salên dirêj jî çendîn koletî hatibe rakirin jî di mejiyê niştecihên amerikayê de reşşikan wek însanên bi cûzam dihat dîtin lê îroj serokê wan reşşik e..



di hin çavkaniyan de an jî kitêb û fîlman de tê dîtin, hezar sal berê, li awropayê dema dewlet bixwasta, dest dida li ser malên xelkê û kes nikarîbû tu îtîrazek bikira û heyfa mafê xwe hilbidaya, de bifikirin, hûn li gundekî cotkar in, û dewlet leşkerên xwe di ser te de dişîne û dibêje êdî ev erdê te yê min e! ma tu yê çi bersiv bidaye? na bersiv tune, yan tu yê bidî yan jî tu û malbata te bê hesab û kitêb bên kuştin, lê îroj ji xeynî çend şertên maqul û giran dewlet tu car nikare dest bide malên te..



pirrî caran tê gotin ku 'êdî ew jidilbûn, dilsozbûn û samimiyeta berê nema ye' ma bi rastî jî wisa ye? dema em romanên edebiyata tirkî yên di destpêka avabûna tirkiyê de hatine nivîsin -ango ne pirr, ji vir 70-80 sal beriya niha- dixwînin, em rastî heman gilî û gazincan tên. ango samîmînebûn problema mirovê modern nîn e, di her çaxan de di warê samimiyetê de qelsiyek hebûye û her gav xelk lome jê kirine..



bi pêşveçûna teknolojiyê êdî xelk di gundê xwe de jî dikare hînî dinyayê bibe, ji vir 20-30 sal berê jî peydakirina zanîn û agahî gelek dijwar bû, dema tu li gund bûya ango li gundê xwe bijiya haya te ji dinyayê tunebû, tu bi tenê jiyana xwe dizanîbû, jiyana xelkê, welatên dî, giravên dî ne di hêşê de bûn lê îroj em li malê xwe dizanin ku li îspanyayê gel bi çi şeklî dijî û şert û mercên dinyayê çawa ye û em di nava kîja rewşê de ne, ev yek rê li ber fikirînê vekir û qebulên jiberkirî şikestin. êdî herkes dikare serê xwe li ber feqiriya xwe rake, îsyan bike û mafê xwe bixwaze..



berê, xwendina pirtûkan hew karê arîstokratan bû, ewqas giranbuha bûn ku gelek kes di jiyana xwe de beyî ku rûpeleke kitêb bixwîne dimiriya, lê niha ne karê arîstokratan û zengînan e, her kes dikare pirtûk bide û bistîne, yên perê wan nîn in jî bi rêya pirtûkxaneyên mezin ên deriyê wan li ber xelkê vekirî ye, dikarin bi sed hezaran pirtûk bixwînin..

berê ji bo hînbûna tiştekî pêwîst bû meriv bigeriya, bipirsa û kulliyatên mezin bi buhayên gelek zêde bi dest bixista, lê îroj em dikarin li ser netê bi her zimanan bigihîjin bi milyaran zanîn û agahiyan.

(reklam: yek jê armanca tirşikê jî ew e, bi kurdî jî meriv kariba agahîyan bi dest bixe)



çalakî û xebatên hunerê gelek berfireh bûye, beravajiya sed sal beriya niha, mirovên ji rêzê jî dikarin herin pêşengehên cur bi cur yên hunerê. bi kurt û kurmancî konfora mirovahiyê her ku diçe ber bi başbûnê ve diçe. problemên ku li jor hatine gotin û di gelek qadan de bi awayekî ji awayan tên gotin, giş berê jî hebûn, ne girêdayî vê serdemê ne..



em dizanin ku di rêjeya sucan de kêmbûneke berbiçav heye, her ku diçe rêje kêmtir dibe, hûn dikarin li ser netê li îstatîstîkên pêkhatina qebhet û sucan binêrin, wek mînak; li îngîlîztanê li gorî 500 sal beriya niha, di rêjeya pêkhatina sucan de di sedî de 90 kêmbûn heye, gelek balkêş e!

gelek emareyên mezin hene ku meriv bêje problemên mirovê modern, li gorî serdemên kevnik, kêmtir dibin. ez bawer im di vê îdraqa me de arîşeya nezanîna dîrokê heye, gelek kes hê jî nizanin jiyana însanên berê di nava kîjan teşqeleyan de bûn. wek mînak bavê kalê min du heb şerê mezin ê cihanê dîtin, dema qal dikir pirça laşê meriv diteviziya, ji ber feqirî û tunebûn û sîxûrên stendî yên dewletê, kes newêrîbûye ji malê derkeve, ê de ka samimiyet?..

wek min di destpêkê de gotibû; haya me ji bayê felekê tune ye! em bi rêya romantîzmeke berredayî nostaljiya heyamên ku me qet nedîtin dikin..



31.03.2016 20:57 ~23:14 | ferhenga şikestî

15. (bnr: çaya kilkirî) *



31.03.2016 21:23 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirsgirêka kurdan a herî mezin
» herî ser rehetiyê
» mezinbûna bêhempa a tirşikê ku pêşiya wê nikare bê girtin
» mirovê ku di hemû malperan de heman şîfreyê bi kar tîne
» modernîte

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî