Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


38 mijar û 58 peyam
emily dickinson - tirşik
emily dickinson
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbestek ji emily dickinson:



av, feqiya tîbûnê ye,

bêjahî- ya oqyanosên ku têne derbaskirîn.

veguhestin- ya cîşihitîbûnê-

aştî, ya şerên wê yên ku têne gotin-

evîn, ya efnîka bîranînan-

teyr û tilûr, yên berfê.



15.03.2014 20:15 | avên_sar

2. şa'ira min hêj jî helbestên wê nexwendiye ye



15.03.2014 21:32 | elomelo

3. peyvek dimire



peyvek dimire

gava ku dikeve ber xeber e,

dibêjin hinek jê.



ez jî dibêjim

ku ew dest bi jînê dike

wê rojê



emily dickinson



17.03.2014 09:23 | avên_sar

4. ji emily dickinson helbestek din



tiştekî wisa biçÛk e giryan-

AXÎnkişandin tiştekî wilo kin-

û dîsa jî- bi alegorên- bi van qebereyan

dimirin em mêr û jin!



18.03.2014 14:01 | avên_sar

5. xerikî mal û halê dinyayê

û li dûrî çîrokê -

xerikî wî nav û şanê sosret -

wê şikûdariya tikîtenê,

ku çu tebareta wê nîne - ji bilî sawê -



emily dickinson



28.03.2014 03:34 | avên_sar

6. bi sed caran emilyyyy!



û dîsa helbestek ji emily



bêhna xwe vedide bi şev

ro, vediwestîne biriqanê

siruşt- û hin mirov-

nîvro bÊhna xwe vedidin- hin mirov-

gava ku siruşt

û ro- dom pÊ dikin



03.04.2014 04:03 | avên_sar

7. emily dickinson çiqas deng li ser vê dinyaya derew û tarî kiriye divê em jî dengê emilyÊ bilind bikin



dilbêjî- ew siya dirêj e- li ser çîman-

nîşan dide ku ro dikevin tasan-



danezan e ji çêreya silikî re

dide zanîn ku tarî- dike bibihure-



emily dickinson



12.04.2014 02:08 | avên_sar

8. wênesazên pakrewan - çu carî neaxiftin -

ji wê bêtir - berhemên xwe mîrate hiştin -



EMIly dICkInson

Werger: Kawa nemIr



12.04.2014 02:34 | seydayê_peyvan

9. emily dickinson dibêje ku:



ji bo ku valahiyekê tijî bikî,

tiştê ku bûye sedema wê texê-

pak biritimîne

bi ya din- û wê dev bêtir lê vebe-

tu nikarî kendalekî bêbinî lihêm bikî

bi hewayê-



15.04.2014 00:50 | avên_sar

dengdanên dawîn (yên din..)
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1]
Li devera me dibêjin; (stur: dê were vî kerî ji vê kurê*herrîyê* derxe...
paşeroj û pêşeroj [2]
nivîsa ku @berevaji li ser bloga xwe weşandiye, bawer im wê îzahata /1...
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
belki ev jî bala te bikişînin
» emily jane brontë

Kategoriyên mijarê:: weje niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî