Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
ol - tirşik
ol
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. ol û dîn di xapandin û asîmîlekirina Kurdan re rola herî mezin dilîze



08.07.2013 23:54 | xewn

2. Di dîrokê de kesên ku dînê Îslamê li ser lingan hiştine, ew paraztine û heta bi îro anîne Kurd in



08.07.2013 23:55 | xewn

3. yên ku dane dû dûvik û boçika dijminên xwe û bi navê bratîya îslamê pê hatine xapandin dîsa em Kurd in



08.07.2013 23:56 | xewn

4. ev peyva ku îro di kurmancî de şûna peyva dîn û ayînê de tê bikar anîn li gorî teoriyekî ji peyva yolê ya tirkî ya ku di kurmancî de tê wateya rêyê hatiye..



09.07.2013 00:10 | endazer

5. di tirkî de raweya fermanî ya peyva olmak-ê ye.. di tirkî de olmak bûyîn û ol jî bibe ye..



09.07.2013 00:11 | endazer

6. di wêjeya dîwanê ya tirk de di wateya rengdêrên nîşanî yên wekê ew, wî, wê-yê de jî tê bikar anîn..



09.07.2013 00:20 | endazer

7. Ola Îslamê ji pir kêm kesek ve tê jiyîn.Gelek kes vê dixwaze ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.



09.07.2013 04:47 | fizikzan

8. Di pirtûka Keleha Alamûtê de ol wiha dihat pênasekirin...

''Ji bo zanîna xaleke biçûk dev jê berdana nezanîneke bedawî ye...''



09.07.2013 12:07 | tirsikhez

9. sîstemeke baweriya bi Xwedê yan xwedayan e .



berê ola sereke a kurdan zerdûştî bû, lê niha piraniya kurdan misilman e .



li ser dinê 4300 ol heye . ji kesê van hemûyan red bike û baweriya xwe li xwedê neyne re, ateîst tê gotin .



09.07.2013 12:18 | brusk56

10. ol, pergalek ji bo birÊvebirina komarÊ ye



09.11.2013 17:21 | xelîlêzer

11. li gorî felsefeyê sedema herî mezin a civakbûna mirovan e. sosyolojî jî heqê vê îdîayê dide. dixwaze tenê bibe pergala ehlaqan (budîzm, konfuçyanîzm hwd) dixwaze bibe pergala baweriyan a bi pirtûkan hatiye şiklandin (cihûtî, xiristiyanî, îslam,êzdîtî, bahaîtî hwd) ol bwermendan tîne li cem hev du û pir caran wan wekî bira dihesibîne û civata xwe diafirînin.



18.09.2015 15:34 | biruya hayao miyazaki

12. dîn, bawerî, hemû bawerîyên bi xwedayan, pêxemberan û bi pirtûkên pîroz û tiştên bi vî rengî/bêhnê.



18.09.2015 23:58 | shorbevan

13. (bnr: religion)



27.11.2017 21:40 | rûbar

14. ev peyv rasterast ji peyva yol'a tirkî ketiye zimanê kurdî,
di zimanê tirkî de berê carûbaran dema peyv bi y'yê dest pê bikira tîpa ewil wenda dibû. ev taybetî di zaravayê ezerîyê de hê jî heye. mînak yıldız- îldiz, yürek-ürek, yüzük-üzük... hwd.
peyva ol jî ji vê mînakê ye.
di zimanê tirkî yê kevn de bi maneya xwe ji dîn'ê zêdetir bi maneya mezhebê de dihat karanîn..

peyva dîn peyveke kevnare ye, li gorî ferhengên etîmolojiyê jî ji zimanên êranîyên ketiye nava zimanê erebî. yanî em dikarin bêjin peyva dîn bixwe ne bi erebî ye.

bo kurdî jî peyveke wek dîn hebe çima peyva olê bi kar tînin ez fêm nakim. ez bawer dikim ew ên ku vê peyvê kar tînin dibêjin qey ol bi kurdî ye dîn bi erebî ye...



30.12.2019 15:22 | ferhenga şikestî

15. ji nezanîyê derketiye. hêvîya nezanan e. Xwespartina hêzekê ye ku bi hebûna wî ravekirina pirsan, gumanan, nediyarîyan e. Ol Tirsa mirinê ye, arezûya nemirinê ye. Xeyalê hest û miradên hasil nebûyî ye. Daxwaza toldhildan û edaletê ye. Lê, îro zanist heye bersivên gelek mijarên bingehîn tê dayîn. Hikmê ol li ser mirovên xwenda û zana her ku diçe kêm dibe. Ol felca mejî ye.



26.04.2020 00:48 | hespêsor

16. Peyva ku êdî jê nefret dikim e. Kîjan biaqil ev peyva Moxolan xist nav kurdî. Xwelî li ser!



03.08.2020 21:13 | yûsiv

17. Bawerî an go îtîqada ku bo gelên paşdemayî pêwîst e. Ji ber ku ev gelan ehlaqê ji parçeyek olê dibînin û bo olê hindekî bi xwe digrin bo tiştên nedîtî mekin. Lewra gelê me jî tê de hemû gelên oldar û paşdemayî bêoliyê weke bêûjdanî û bêehlaqiyê dibînin. Heya ku meseleyek weha heye, dibên yeke bisilman diçe cem bavfileyek û dibêje " file anha tu file yî ne usa? " camêr jî dibêje " belê " evî bisilmanî jê re dibê " diya te ket ber te *****, xweha te ket ber te **** ma tê ji filetiyê wirde bi kude herî?! "

Mixabin ev gotin dê weke quretiyê be lê ol bo gelên weha lazim e. Ev kes hemû jiyana xwe li gorî ol dirust kirine. Loma jî jiyaneke bêol nikarin bihizirin. Ji ber hindê nizanin bê ol dê çawa bijîn. Dema şek û gûman dikeve baweriya wan an ji ol dikerixin yekser berê xwe didin tiştên nebaş û xerab. Weke mînak hevalekî minî bisilman hebû lê zêde ne oldar bû. Nimêja xwe dikir û rojiya xwe digirt. Carekî em li ser ol axivîn û min çend mijara vekir û pirsên di serê xwe de jê re got. Wî jî go min qet bi vî awayî nehizirî bû. Paşê min nihêrt gûman kete dilê wî. Piştî çendakî dev ji nimêjê berda. Min dî rojekî hat cem min go te min ji dîn derxist. Ez nikarim nimêja xwe filan bikim. Piştî çend rojên din hat go ez êdî ji olan filan bawer nakim. Min dî îja dest bi henekê li ser ola kir. Paşê hindek hizirî vêca dest bi teklîfên bêehlaqî kir. Car dibêje were em diziyê bikin, car dibê were em herin kerxanê, car dibê were em herin araqê vexwin. Madem xwuda tune çi ji destê me hat em bikin. Min go vêga ev ji destê te tên? Van tiştên ku te jimart ne ji ber tirsa olan an dojehê nakim, ji ber ûjdanê min qebûl nake ez nakim. Lê ya rast dema min van tevgerên wî dît min go ol bo kesên weha baş e. Lewra min di çavên wî de potansiyela xwarina her gûyî dît e.

Nîşe: carek din berî ku ez ji yekî re behsa olan bikim ezê hinekî li rewşa wî binehêrim. Bixwudê ez tirsiyam law. Min go vêga ewê viya bêje guneh tuneye û bazde ser min jî law!



04.08.2020 00:07 | tîrêj zana 21

18. dîn afyon e , çiqas peyveke bedew e tu zanî?

dîn--daen--aen jixwe ev peyv ji bavê zimanê kurdî tên lê ol ji ku hatî ye nizanim..



04.08.2020 09:50 | shwinsherm

19. sîstema bawerîye. ji bo vî bawerîyê qet tiştek jî ol e.



04.08.2020 11:31 | doesntmatter

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî