Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
bîranînên seyr ên nivîskarên tirşikê yên derheqê meha remezanê de - tirşik
bîranînên seyr ên nivîskarên tirşikê yên derheqê meha remezanê de
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hê ez zarok 7-8 salî tê heme yan nîn im.. axirê bi kotek û sed bela maliyan hêliştiye ku ez jî bi wan re rabim paşîvê û rojî bigirim.. rojekî bi xuşka xwe re ez çûm mala metka xwe.. metka min jî ji bo meha remezanê paste û kulîçe çêdikirin.. axirê piştî ku paste ji firnê derketin anîn danîn ber min lê min got ez jî rojî me ji ber hindê ez naxwim.. wê rojê di wê malê de çend kes hebe hat li ber min geriya û got tu zeîfbeden î tu nikarî rojî bigirî ji van kulîçeyan çend liban bixwe.. welhasil kirin û nekirin ez ji ya xwe nehatim xwar û min devê xwe li kulîçeyan neda.. bû çaxê êvarê ji seeta fitarê re hema bêje seetek filan mabû me xwe kar kir ku em vegerin malê.. metka min poşêtek tijî kulîçe kir û da me ji bo fitarê.. axirê em ketin ser rê û serderî malê bûn.. dema ku em gihiştîn malê ji fitarê re 10 deqeyek mabû yan nemabû.. nizanim ji ber çi hema cihde min devê poşêtê kulîçeyan vekir û yek jê avêt devê xwe li ber çavên maliyan.. tabî piştî hingî rojî li min qedexe kirin..

min jî bi wê zeîfbedeniya xwe 3 rojan ser hev bêyî paşîv rojî girt.. dawiyê dîtin ku ez ê ji nêzan bimirim û nikarin çar ji min bikin ez dîsan rakirim paşîvê..*



09.07.2013 15:59 | endazer

2. bîranînên herî xweş bêgûman bi xeletî xwarin xwarin lê dîsa jî neşikestina rojiyê ye.



09.07.2013 16:05 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» bîranînên tirşikvanan yên dewlemendîyê
» seyrê û elîyê memed
» êntropî
» nivîskarên ku divê ji tirşikê bên afarozkirin
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî
» yên ku telefona xwe di destê xwe de digerînin
» meha rojîyê 2021
» remezanê kulek

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî