Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
qelî - tirşik
qelî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji goştê dermalan tê çêkirin.li herêma qoserê pir tê xwarin.her sal malbatên kû rewşa wanî aborî baş be ji xwe re heywanekı dike dermale û zivistanê ji serjê diki,dike qelî.



05.05.2014 22:47 | hotîkê medê

2. pir xweş e û gorî hin entelan xwarineke avam e, xwarina karkeran e.



05.05.2014 23:52 | azadixwaz

3. xwarina ku gelek jê hez dikim lê ji wê gelektir jê aciz dibim. dema 2-3 mehan nexwim gelek dilê min diçê lê dema hebe û 2-3 caran bixwim, zû dilê min jê sar dibe. ji ber vê yekê, piştî ku min berî 2 salan da çêkirin, min salek xist navberê û îsal dîsa da çêkirin.

sibehan dema wek hêkerûnê, hinek be jî were xwarin, zikê mirov têr digire.
ji ber ku ne goştê taze û nû ye, îhtîmalek mezin ji bo tendûristîyê zêde ne baş e lê mijarê lênekolîye.



05.01.2020 22:27 | simurg56

4. xwarina tehma wê gelekî xweş e lê bawer nakim ji hêla tenduristî ve baş be. belê xwarin goşt e lê divê rûn hebe ku biqele. ev rûn jî rûnê heywan e gelek caran. însanên berê ji ber dişixulî û kar dikirin ew rûn berî di bedena mirov de debo bibe diheliya an jî dawiyê ji ber karê zêde tahdeyê nedida mirov. lê niha obezîte bûye wek nexweşiyekê û li cîhanê berbelav e. însanên niha zêde naşixulin û xwarina qeliyê ji ber kolasterol û enerjiya zêde li laşê însan debo dibe. ev jî rîskeke gelek mezin e ji bo obezîte



05.01.2020 22:36 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» qelîştek

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî