1. ji goştê dermalan tê çêkirin.li herêma qoserê pir tê xwarin.her sal malbatên kû rewşa wanî aborî baş be ji xwe re heywanekı dike dermale û zivistanê ji serjê diki,dike qelî. |
|
05.05.2014 22:47 |
hotîkê medê
|
3. xwarina ku gelek jê hez dikim lê ji wê gelektir jê aciz dibim. dema 2-3 mehan nexwim gelek dilê min diçê lê dema hebe û 2-3 caran bixwim, zû dilê min jê sar dibe. ji ber vê yekê, piştî ku min berî 2 salan da çêkirin, min salek xist navberê û îsal dîsa da çêkirin. |
|
05.01.2020 22:27 |
simurg56
|
4. xwarina tehma wê gelekî xweş e lê bawer nakim ji hêla tenduristî ve baş be. belê xwarin goşt e lê divê rûn hebe ku biqele. ev rûn jî rûnê heywan e gelek caran. însanên berê ji ber dişixulî û kar dikirin ew rûn berî di bedena mirov de debo bibe diheliya an jî dawiyê ji ber karê zêde tahdeyê nedida mirov. lê niha obezîte bûye wek nexweşiyekê û li cîhanê berbelav e. însanên niha zêde naşixulin û xwarina qeliyê ji ber kolasterol û enerjiya zêde li laşê însan debo dibe. ev jî rîskeke gelek mezin e ji bo obezîteyê |
|
05.01.2020 22:36 |
berxweda
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |