Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 25 peyam
erxenî

erxenî

3. Ez bi xwe ji wir im. Xwedîyê çiyayekî bi hêbet e ku navê çiya "çiya yê miqêm" an "çiya yê hz. Zilkîf" e. Jêre miqêm deştek berfireh heye û heta qerejdaxê diher e. Ev deşta bi "Deşta gewra" tê bi nav kirin. herema jorê miqem çîya ye. Li deştê kurmancî lê li hêla çîya bêtir zazakî tê qise kirin. Li ser miqêm tirba ewlîyaye kî ku bi navê "hz. Zilkîf" heye. Û ji vê sedemê li erxenî bi navê zilkîf gelek tê rast hatin.
Li quntara çîya dîwar û kevirên bermayî têne dîtin. Ku ev bermeyîyên "dêra meryem ana" ye. Qedera hevpar ya vê axê li vir jî hatîye nivîsandin. Ermenî li vir jî hebûyi. Û me bi destê xwe ew wenda kirini. Lêkolînek berfireh li ser vê mijarê hatîye kirin. Pirtûka muslum uzulmez "ergani tarihinin saklı sayfası: ermeniler" di derheqê vê meselê de ye.ji xwe hîn navê gund û hereman ji ermenîyan mane.
Li jêr bajêr "şikeftê hîlarê" hene ku ev şikeftana gelek dîrokî û kevnar e. Ji dema neolîtîk heta niha hatîyi ku deh hezar sal dîroka wê heye. mixabin, lê xwedî nayê derketin.
Meşandina me ya li nava rê bi rastî gelek tê zanîn. Her çiqas bêjin ji ber tunêbûna peyarê ya ye jî nivîskarê me yê hêja kemal varol sedemekê maqûl dîtîye û me ji vê navê xerab xilas kirî ye. Nivîskar di pirtûka xwe ya "jar" de wa dibêje "li navçê zivistan gelek xedar derbas dibû, li peyarê yan cemed û qirê miletêve hestî nehişt ku bişkîne. Miletê ji neçarî xwe dan nava rê û bi vê awayê meşî. Ev tirs her û her li ser wan maye ku her demsalî û li her derî xwe dane nava rê. Û yê der dor timî xirfê xwe bi vê rewşê kir."
Navdarê me stranbêj burhan berken ;nivîskar hesenê metê, kemal varol, muslum uzulmez u hwd.



05.12.2019 13:48 ~13:50 | rizgarm

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Kazo- Lê Nazê

(stur: Hesen Şe...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Rowal Navgundî-Gundê Hember

(stur: ...
bayê xerbî [5]
Nivîskareke ev demeke dirêj dibînim li tirşikê dinivîse û geş dike. J...
payîzava [1]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1]
ker di simbêlên waliyê hewlêrê ne. me bi bayê bezê ji bîr kir çaxê ala...
belki ev jî bala te bikişînin
» erxenî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî