Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 26 peyam
xewn

xewn

24. di van rojan de gelek xewn dibînim.

ya do êvar:
ez û hogira min, belkî li cadeyên entabê digerin, qelebalixek mîna stenbolê. destê min di stûya hevala min fîlbîrê de ye. em bi devlikenî, bi temasa mirovên din dimeşin. di wê kêliyê de kurikê ku di demên zanîngehê de bûbûm aşiqê wî, bi dergistiya xwe ji hemberî me tê. çawa çavên min pê dikevin, dibêjim silav. sal derbas bûne, ew jî mezin bûye. porê wî zêdetir weşiyane. bi çavekî xerîb li min dinêre û serê xwe dizivire û her du dikevin ser riyê. li wê kêliyê hevala min ferq dike, bêyî zivirîn, dibêje, çawa yî fîlbîrê û dihere. ez diheiyirim. tenê li benda tevgereke bûçûk im wekî nêzîkahî, wekî hevaltî. lê dihere.

pêr:
ez di avahiyeke mezin de me, dişibe nexweşxanê, piçekî jî wargehê. Di odeyekê me. wêneyekê me bi hevala min a lîseyê ya rehmetî di dîwêr de dialeqandî ye. lê ne bawer im, ev di xewn de hebû an na, lê li wê dîwêrê wêneyeke heye û lê dinihêrim. her wiha. doşekek heye. paceya odê heye yan tune ye ne eşekere ye, hundir tarî ye. mal tê bêjî qey tenê ji wê odeyê îbaret e. di wê kêliyê de rehmetî têdikeve odeyê. çavên min beloq dibin, dibim çawa? wan ji min veşartiye. (hevala me ye hevpar mirina wê hefteyekê ji min veşartibû) dibêjim we çima tiştekî wiha kir. nikarim maneyekê heq bibînim. devliken e û porên xwe şeh kirine. nêzî doşeka dibe. tiştinin digire, dihêle. îzahat dike. guhdar dikim lê fêm nakim. dergistiyekê hebûye.

betrapêr:
em li welêt in. dê û bavê min li ber deriyê malê ne. ya quran dixwînin an jî yasîn. her du jî ya çok daye yan jî nig daye ber xwe. tiştekî dibe, bavê min bi her du destên xwe, bi mistan li milê dayika min dixe û diqehire pirtûka ku di destê dayika min de ye, bi işkî diçirîne, ne tam lê ziyaneke baş dide. hêrs dibim û diqêrim. dinerim guh nade, hema pirtûka ku di destê min de ye diçirînim. dikim du felqe. bawer im hay bin yaqzan e û diavêjim ber wî. dibêjim, berpirsyarê vê tu yî. du caran bi kelogirî lê qehirî. dibe şev. dayika min ber min digere. dibêje lê nexeyîde, dayika wî do mir, pir xemgîn e. fêm nakim.

niha yên din pir baş nayên bîra min ên ku tê de kevok, quran û pere hebûn lê min gelek xewnên bimane dîtin ên ku nêzîkî şiwaqê carinan bi banga şerîfê ji xew rabûm.

xêr bin.



22.04.2020 01:20 ~01:26 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1]
Divê di nav saziyên Kurdan de serdanên bi vî rengî zêdetir bibin. Ger ...
orşîektomî [1]
bi neştergerîyê jêhilanîna testîsan e. ger her du testîs jî bên jêhila...
torsiyona testîsan [1]
ew rewşe ye ko gunik li dora xwe dizîvire û korda spermatîk di...
torsiyona testîsan [1]
Li skrotuma nexweş şewt û jana ku nexweş nikare xwe li berê bigire pey...
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2]
ker di simbêlên waliyê hewlêrê ne. me bi bayê bezê ji bîr kir çaxê ala...
belki ev jî bala te bikişînin
» xewnazad

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî