1. Seydayê Keleş ango bi navê xwe yê din Hesen Muhemmed an Mele Hisênê Bizgûrî di sala 1930'î de li gundê Bizgûrê yê Mêrdînê ji dayik bûye. Di 6 saliya temenê xwe de bav û diya wî diçin ber dilovaniya Xwedê, ji feqîrtî diçe Binxetê. Li Binxetê, di temenê 10 salî de, dest bi xwendina dînî kiriye, di sala 1945'an de, dest bi karê welatparêzî û xwendina kurdî kiriye û dan û standinên wî bi rewşenbîrên wê hingê re çêdibin wek Cegerxwîn, Qedrî Can, Mele Ehmedê Namî û Seydayê Tîrêj û bi wan re dest bi hunandina helbestê dike. Ji ber ku wî ji biçûkaniyê ve, gelek zilm û zor dîtibû û gelek cûreyên kar û xebatê ji bo bidestxistina pariyê nanê xwe û zarokên xwe kiribûn; ji cotkariyê, şivantiyê, palayiyê û avakirina xaniyan, ji ber van yekan, piraniya ristên wî bi dijwarî û xurtî êrîşî zordestiyê, sitemkariyê û bindestiyê dike, û li dor rewşa gel û welatê xwe bi xurtî sekiniye; ji serketinên welatiyên xwe re lîlandiye û ji têkçûnan re hawar kiriye. |
|
18.06.2020 00:19 |
yûsiv
|
bayê xerbî [3] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1] |
|
platforma ciwanên serbixwe [4] |
|
çaya germ [1] |
|
ali çeven [2] |