24. Kurdên dixwazin neheqiyê bikin. Bi min niha rewşa jina ji ya mêra xweştir e. Ne ku ji ber ez mêrim û bo mêra biparêzim dibêjim. Ji xwe heçiyê xwedî ûjdan be û hinekî heşê wî serbest be, ji xwe ne te`dê li kesî dike û ne jî neheqiyê. Ez bi xwe ji siharê heya êvarê di bin banê înşaata de dixebitim. Paşê têm malê arîkariya xwuşk û diya xwe bo danîna şîvê dikim. Piştî me xwar sifrê radikim. Nivînê me yê erdê ne, loma jî divê her şev em nivîna bikin siharê jî hilênin. Heya niha ji çend carên mecbûrî pê ve cihê xwe ez radikim û dêtînim. Cilê xwe yê qilêrî ez dixim mekîna cilşoyê û tenê diyamin wê dixebitîne. Wer hasil ez ji xizmeta li min tê kirin aciz dibim. Yanê dema yek suxrê min ji dêlava min bike, ez dikevim ber fediyê û pê nerehet dibim. Loma jî çi karê min hebe, heya ji min hat ez bi xwe dikim. |
|
09.07.2020 23:31 |
tîrêj zana 21
|
zwilling [1] |
|
epîdîdîmît [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2] |