Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 56 peyam
qutbûna cêyranê

qutbûna cêyranê

1. Çûna cêyranê, an tunebûna cêyranê ya di sazûmana(tesîsat) malê de ye. Ji ber 2 sêdeman cêyran qut dibe an diçe. Pirsgirêkên sazûmanî, pirsgirêk companiya belavkirina cêyranê.

Ya ewil em behsa pirsgirêkên ku ji ber companiya belavkerê cêyranê derdikevin, bikin. Ev pirsgirêk jî di nava xwe de gelek beşa dihewîne. Yek ji van pirsgirêka nedana malnameyan(fatura).li gor vê pergala nû ya ku cêyranê xistin bin erdê û saetên jîr li panoyên derva xistin an derxistin ser dîrekên cêyranê, heya dîroka dawî ya malnameyê pere neyê razan cêyrana mal an kargehê otomotîk, ji dûr ve tê birîn.

Pirsgirêkek din, ji bo selihandin(nû kirin) an xirabûniyên(arîze) şebekê, cêyran li ser tevahî taxê an navçeyê tê birîn. Lê gelemperî dema birîna vê cêyranê kurt e. Ger selihandinek bi vegirtî bê kirin berî birîna cêyranê divê gel bê hişyarkirin.

Pirsgirêkek din jî xirabûniyên di panoya companyê ne. Ji ber xetayên fabrîkî an teknîkî xerabûna pergala cêyranê qutbûn çê dibe.

Pirsgirêkên din yê sereke, pirsgirêkên sazûmanî ne. Gelemperî ji ber kurtevedorê şartêlên tesîsatê otomotîk cêyranê dibire da ku zerar negihêje sazûmanê. Lê piştî acêtina şartêlê heya ku ew sedema kurtevedorê ji holê ranebe, şartêla avêtî ranabe, loma jî cêyran nayê sazûmanê.

Yek ji wan pirsgirêka jî şewata endamên sazûmanê ye. Ji ber barê giran yê sazûmanê an zêdeyî hedê şartêlan bar ji şebekeyê were kişandin, ya qabloyên sazûmanê dişewitin an jî şartêlê wê. Ev buyer bi talûke ye. Lewra heye ku firaqên elektronîk jî bişewitin.


Ger cêyrana malê were birîn divê mirov çi bike?

+Berî ku hûn yekser li cêyranvanekî bigerin, pêşî şartêlên xwe kontrol bikin. Bê ka hemû berbijor in an na.

+ ger şartêlên we li jêr bin rakin, hemû li jor bin malnameyên (fatûra) xwe kontrol bikin.

+ heke deynê we yê malnameyan tune be, ji cîranên xwe bipirsin bê ka cêyrana wan heye an tune.

+ ger cêyrana cîranên we jî hebe, hêja li cêyranvanekî bigerin û alîkarî jê bixwazin.

+ piştî cêyranvan karê we sererast kir, heqdesta wî bidinê*



12.12.2020 13:39 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
belki ev jî bala te bikişînin
» qutbûna avê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî