4. Kêzika ku dikeve nav genim û cê hebên wan dixwin , wextê berê ewqas pir bûye û xela li milet aniye ji aliye genim ve. Hikûmetê gotiye kom bikin bînin bi pera ji xelq ew kêzikê girtiye. Ev jî gotinên sitranê: Îsal jî tene nehat qimil qimil qimilo Qimil xwar û dawî hat haho ji destê qimilo Zar û zêç tev birçî man qimil qimil qimilo Xela bi serme da hat haho ji destê qimilo Hat qimil li rojhilat qimil qimil qimilo Genim xwar û dawî hat haho ji destê qimilo Min xwestî bûk zava bin qimil qimil qimilo Qelenê bûkê der nehat haho ji destê qimilo Hemedwêrî ber bi baye qimil qimil qimilo Qimil hate bi refaye haho ji destê qimilo Tev de li genim bela bûn qimil qimil qimilo Genim xwarin ma kaye ha ho ji destê qimilo Wî lo apo lo kokimo wî de apo lo pişt xaro Wî lo apo Hemedwêrî lo ber bi baye Ê de qimil hate lo bi refaye Wî de genim xwarî lo mayi kaye Were apo wê çawa bi halê me lo feqîraye |
|
11.04.2021 13:02 ~13:04 |
navîgiranmezelîwêran
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |