5. Merheba ji te re! Niza tu hêj bi vî zimanî diaxivî an li derdora te kesên pê diaxivin gelek kêm bûne? Ger tu sax bî û bi hawakî te xwe gihandibe vê peyamê helal be ji te re. Ez niha vê peyamê di serê ciwantiya xwe de berî ku tu bixwînî 29 sal berê dinivîsim. Tu niha di serê yextiyariyê de yî û hewl didî emekdar bibî.( li gor şertên niha difikirim. Nizanim di ewqas sal de wê çi biguherin. Helbet çend texmînên me hene lê demek pir dirêj heye û teknolojî bi lez diguhere) niha li ser wê paldanka dikanê ya ku di vê kambaxa pandemiyê de ( belê covid-19. Wê mîrata te ji zanîngehê kiribû û hepsî malê û dikanê kiribû) ez bûme karkerê wê de rûniştime. Bi rastî wê roja ku tê vê peyamê bixwînî difikirim. |
|
13.08.2021 23:42 |
tîrêj zana 21
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |