Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kîst hîdatîk

kîst hîdatîk

1. nexweşiya ku ji ber parazîta echinococcus granulosus (ekînokok) çêdibe.

mixabin li kurdistanê gelekî zêde heye. li dewletên pêşveçûyê yên weke ewropa û amerîkayê gelekî kêm e.

berî salekê min bi doktorek ji elmanyayê axaftibû ku wê gotibû ku li nexweşxaneya wan heta niha kes vê kîstê nedîtiye lê tenê carek nexweşekî de gumana wê kirine.

ji ber ku li kurdistanê zehf e, pêwist e em hinekî nas bikin.



ev parazît eslê xwe de di laşê kuçikan de djî, lê laşê mirovan jî weke sekingehek bi kar tîne û vê navberê de dibe sedema vê nexweşiyê.

tişta ku dike ew e ku diçe organeke mirov de bi cî dibe û li wir kîst'an çêdike û nava vê kîstê de xwe zêde dike. li gorî mezinahiya kîstan dikarin bibin sedemên gelek nexweşiyan.

herî zêde kezeba reş de û paşê jî li kezeba spî bi cî dibin.

berî her tiştî bi mezinbûna xwe tenê be jî, bi vî awayî cih li organê teng dike û nehêle organ baş bişixule û dibe sedema kêmasiya wê organê. weke din kîst dikare vebe nava organeke û bi vî awayî fîstûl çêbe. bi taybetî yên li kezeba reş dikarin vebin li riyên zeravê û ev jî bi nexweşiyên kolanjît, pankreatît, zerik xwe dide der.

weke din kîst dikarin biteqin û naveroka wan dikare li nava laşê mirov de komple belav bibe. ku ev yek wê bibe sedema anaflaksîyê û ev rewş ku cîda neyê mûdaxalekirin wê cîda mirov bikuje.

kîstên ku em behsê dikin carina heta 15-20 santîman jî mezin dibin. bifikirin ku ûrê we de, singê we de an jî dilê we de tiştek 20 santîm heye.

nava vê kîstê de vezîkul'ên ekînokokê û ava navbera wê heye. ku kîst hê destpêka emrê xwe de be tê de vezîkulên zînde/keçik hene ku ev gelekî şewb e yanî dikare nexweşiyê belav bike.



tedawiyên wê:

bi taybetî ger emeliyat neyê plankirin, tedawiya bi dermana albendazol'ê bibandor e. lê ev tedawî piranî kîstan wenda nake lê tenê nahêle ku mezin bibe. ev tedawî berî emeliyatê jî dikare were dayîn, ji bo amadekariyê.

berî emeliyatê yek ji vebijêrkên tedawiyê jî valakirina kîstê ya perkutan e. yanî bi derziyekê valakirina wê. lê mixabin ev tedawî tenê tîp-1 û tîp-2ê de dikare were çêkirin û derzî jî nikare xwe bigihîne her derî û her kîstî.

ku bi van riyan nexweşî nekare were kontrolkirin wê demê emeliyat dikeve rojevê.



emeliyata kîst hîdatîkê de, ya ku tê kirin bi derziyeke valakirina kîstê, paşê bi dermaneke kujera vezîkulên zindî, kuştina hemû parazîtan û paşê jî vekirina kîstê û derxistina dîwar û naveroka kîstê ye.

ji bo kuştina parazîtan, gelek cihan ava şûr (lê gelek şûr), savlon an jî betadîn tê xistin nava kîstê û bi qasê 10 deqeyan tê li bendê man û paşê ev av jê tê kişandin û kîst tê vekirin û tê dîtin ku hemû vezîkul mirine. paşê bi dilek rihet hemû naveroka wê û dîwarên wê tên avêtin: bêyî tirsa belavkirina parazîtan ya li derdorê.



komplîkasyona herî belave ya kîst hîdatîkê ya li kezeba reş, vebûna li riyên zeravê ye. vî rewşî de naveroka kîstê û riyên zeravê de qenalek vebûye. û dema mirov bi emeliyatê kîstê ji holê radike, piştî emeliyatê ji cihê kîstê zerav diherike. ku herka wê ne zêde be, jixweber dikare bisekine û biçike. lê ger nesekine, bi ercpyê pestoya zeravê tê kêmkirin û girtin û çikandina zeravê dikare were sekinandin.



02.11.2013 11:37 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kîst hîdatîk

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî