Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 63 peyam
nisêbîn

nisêbîn

45. Newroza Nisêbînê îro hat pîroz kirin. Diho zêde zêde baran hatibû her der herî bûbû û me digot kes nayê. Lê dema ez çûm cihê Newrozê min Hazar mirovan dît* zilamê li ser Newrozê diaxivî jî digot partî ya me digot em roja Newrozê em paş bixin. Zêde kes nayê. Lê min û sê çar hevalên me gotin ê gelê Nisêbînê ê werin*

Gelek slogan hatin kirin:
-jin jiyan azadî
-bijî gelê Kurd û Kurdistan
-bijî berxwedana rojava û Kurdistanê
-bijî gelê Kurd û Kurdistan
-bijî Serok Apo
Û hwd.

Ala rengîn jî rakiribûn jor* bi gowendan me nikarîbû gavan bavêjin. Zarokên biçûk bi şal û şapik xwe kiribûn, jinên kurd xweşik bûbûn û mêrên kurd bûbûn bedew. Wellah min digot Nisêbîn xerab bû ye lê ne wusa ye*

Li sehne zilam dema digot bila Qamişlo dengê me bibihîze me bi keyfxweşî dengê xwe rakir û gazî gelê Qamişlo kir* ez bawerim dengê me kirine.

Here lînkê



19.03.2024 16:53 ~16:53 | horhorik

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol