1. Omer xeyyam an Omerê (Emerê) Xeyam 18'ê gulanê 1048, li Nîşapûr, Parêzgeha Xorasanê, 4'ê berfanbarê 1123 wefat kiriye. helbestvan, fîlozof, matematîker û astronomê navdar ê Îranê ye.
hinek dibêjin sîmgeyan bi kar aniye, hinek dibêjin alim e, hinek dibêjin bêdîn e filan û bêvan lê hun ji min bipirsin fîlozof û zanyarê şerab û mey û evîn û coş û peroş û xwezî û kêf û şahiyê ye. qet nebe ji çarînên wî wiha tê fehmkirin. di felsefeyê de - êdî haya wî jê hebe tunebe - daye ser riya epîkurûsê ku gotiye dev ji êşê berdin bidin pey hezzê. îmana wî ji sofiyên qûnneşûştî diçe. di dîrokê de wekî kesê ku cara pêşîn li hember şer derketiye tê zanîn û vê yekê di çarînên xwe de bi lêv kiriye. dibêjin hevalê hesenê sebah û nizam el mulk e lê ez ji vir û derewên wiha pîr bawer nakim. hinek dibêjin ji ber ku ji xorasanê ye û ji ber ku navê wî omer e dibe ku kurd be jî lew faris şîa ne û îmana wan ji navê omer diçe û vî navê tucar hilnaynin. lê ji ber ku delîlên vê îddîayê tunenin, îddîayek ne saxlem e û ne li cihê xwe ye.
herçend di helbestên xwe de rexne û îroniyan li dînan bigre jî bawermendek saf e û dilpak e li gora min. dîsa di helbestên xwe de bi aqilane pirsan raberî xwedê dike lê bi ya min pirsê xwe ji hev safî nake û dîsa bi ya min ji navê dernayê û bi gotina wî ne tam kafir e ne jî tam misilman.
her çi be jî îro li temamê dinyayê hima bêje tê naskirin û çarînên wî bi pirraniyan zimanan hatine wergerandin.
min jî ji were çend çarîn wergerandibû
xeyyam eger ji meyê mestî, kêfxweş be
ger li ba yara xwe rûniştî, kêfxweş be
dawiya 'emrê vê dinyayê neyîn e
bibêje tune me, wey ku heyî! kêfxweş be
tavê werîsê sibê bi ser banan de avêt
keyxusrevê rojê meyê bi tasan de avêt
mey vexwo ku hawara evînê vê sibê
strana " de vexwo " bi ser rojan de avêt
...
|