1. Amûde an jî Kanî Dara yek ji kevintirîn bajarên Rojavayê Kurdistanê ye. Bajarekî navçeya Qamişlo ye, ser bi parêzgeha Hesekê ye û nêzîka 30 kîlometran dikeve rojavayê Qamişloû 80 kîlometre dikeve bakur‑rojhilatê Hesekê. Hejmara nişteciyên bajarê Amûdê (ligel 156 gundên wê) nêzîka 200.000 kes e. Li gundên başûrî bajêr hejmareke mezin a Kurdên Êzdî dijîn. 13-ê çiriya paşîn a 1960-ê di şewata sînema Amûdê de, ku hikûmeta Sûriyê wek berpirsyarê wê hat tawanbarkirin, nêzîka 200 xwendekarên dibistanê mirin. |
|
07.01.2014 13:07 |
brusk56
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |
|
se7en [2] |
|
hîperemezîs gravîdarûm [1] |
|
wele govend ranabe [1] |
|
sendroma swyerî [1] |