1. bi piranî kurdên ku ji kurdistanê dûr li welat û wîlayeteka ewropa û emerîqayê dijîn bi vê nexweşiyê dikevin.. bi dilekî paqij dixwazin bal û meyla raya giştî ya xanim û mîrzayên ewropayê bikişînin ser kurdistanê, ji bo vê yekê hêmayên mîstîk û egzotîk bikar tînin, ji ber ku li gorî fêhm û feraseta welatiyên sade yên ewropî û emerîqî, ji ewropa û emerîqayê wêdetir herkes li ser pişta ker û bergîr û hêştiran diçe û tê, ji emerîqa û ewropayê pê ve her der çol û beyaban e, qene qal û qirşek jî lê şîn nabe.. medeniyetê riya xwe bi van deran nexistiye filan.. ev hinek kurdên me yên dinya û ewropa-emerîqadîtî jî ji bo ku kurdistanê li ber dilê ewropiyan sempatîk nîşan bidin gelek caran di kar û xebatên xwe de hawara xwe digihînin hêma û elementê oryantalîst.. û vê yekê jî bi ser navê senteza rojhilat û rojavayê didin nasÎn û nûmayîş dikin.. |
|
21.02.2014 03:42 |
endazer
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |