Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 22 peyam
fisteqa sêrtê

fisteqa sêrtê

2. di hawarnetê de qala wê kirine:



Fêydeyên ku dide laşê însanan gelek in. Her ku diçe hilberîna wê zêde dibe û di aboriya bajêr de jî cîhekî giring digre.

Ku hilberîn wisa dewam bike fisteka sêrtê wê di pêşerojê de bi fisteka îran û amerîkayê re reqabet bike.

Fisteka Sêrtê ji Sêrtiyiyan re deriyekî debarê ye.

Li giştiyê welêt 18 milyon û 250 hezar darên fisteqê hene. Nêzî 7 hezar hilberînerê fisteqê hene û 25 hezar welatî di vê sektorê de dişixulin.

Fisteqa sêrtê bi çend taybetmendiyên xwe ve ji yên din vediqete.

Em dikarin van wisa bijmêrin:

Fisteqên Sêrtê ya ewil ji yên din mezintir e. Rûnê ku di nav xwe de dihewîne li gor yên din hindiktir e. Kaloriya wê kêm e, kollesterolê dadixe, mirovan lewaz dike. Proteîna ku tê de û rêjeyên rûnê we, ji bo tenduristiyê rolekî giring dilîze.

Ger rojê 10-12 heb werin xwarin rûnê ku ji bo laşê mirov hewceye tê peydakirin. Tê de vîtamîna B1, E, B, C fosfor hene.

Rekolteya fisteka Sêrtê her ku diçe zêde dibe. Her roj bexçeyekî nû tê avakirin û bi sedan darên fistekê tên danîn.

Li dinyayê Îran û Amerîka di hilberîna fisteqan de di pêş de ne.

Hindekarê Fakûlteya Ziraatê ya Zanîngeha Harranê Doçent Doktor Îzzet Yaşar dibêje fisteka Sêrtê di pêşerojê de wê di bazarê de li ba yên Îranê û Amerîkayê cîhê xwe bigre.

Ger hilberîn wisa dewam bike fisteqa Sêrtê wê di pêşerojê de bi van taybetmendiyên xwe ve bi fisteqên Îran û Amerîkayê re di bazara dinyayê de cîhê xwe bigre û wê bi wan re reqabet bike.



02.04.2014 00:20 | mergehez

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
se7en [2]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
hîperemezîs gravîdarûm [1]
%80yê jinan dema ducanîtîyê dilê wan dixele û vedireşin û ev tiştekî a...
wele govend ranabe [1]
Straneka aram tigran e. Gotinên stranê ji aliyê Dîkran Melîkyan we hat...
sendroma swyerî [1]
sendromek e ko rê lê vedike ko karyotîpa mirovî 46XY be lê fenotîpa wî...
belki ev jî bala te bikişînin
» fisteqa sêrtê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî