5. peyama zarokan a derbarê 1 ê pûşperê roja zarokên cîhanê de
Ji raya giştî re
Em hemû zarokên azadin û kes nikare azadiya me ji destê me bistîne. Zarok wekî masiyên di behran de ne. Çawa ku mirovek diçe behrê qirêj dike û masî dimirin, zarok jî wisa ne. Bêgunehin, lê yekê xerab tê û zaroktiya wî dikuje. Qetla zarokan qetla siberojê ye.
Ez bangê li hemû kesên cîhanê dikim! Dest neavêjin zarokan û siberoja me qetil nekin.
‘’ zarok wekî çûkên ku bêdengiya daristanê xera dikin e.’’ Ya rastî ne dizanin çi bikin ne jî dizanin çi bidin kirin… ew jîndarên herî bêsûc û bêgunehin. Em takekesên herî biçûk yên civakê ne, wekî ku herkes dizane em heta 18 saliya xwe zarokin. Kes nikare me bide zewicandin yan jî xebitandin. Ya ji bom e herî qenc; jiyaneke xwezayî cîhaneke azad e. Em zarok, naxwazin ku wekî mezinan tevbigerin û bifikirin em dixwazin wekî zarokan bijîn. Ne wekî xwesteka kesî her wiha em dixwazin wekî rastiya zarokan bijîn
Em wekî Meclîsa Zarokan ya Amedê dixwazin vê ya bêjin: ol û nîjad û zimanê zarokan tune ye. Em zarokên cîhanê ne. Biryara meclîsa me: 23 yê nîsanê ji bo zarokên kurdistanê naye tu wateyê. Bi vê biryarê, hêdî em zarokên kurdistanê, em ê 1 ê pûşperê wekî roja zarokan pîroz bikin.
Bi vê hişmendiyê ‘ em ê bi rêveberiya xwe ber bi nasnameya azad ve bimeşin’ Em ê vê rojê diyariyê, zarokên li kurdistanê hatine kuştin, Berkîn Elvan, zarokên li bûyera somayê sêwî mayîn û zarokên astengderan dikin.
MECLÎSA ZAROKÊN AMEDÊ
|