8. Belku gele faktorên vi şerê rureşiyê hebun gorey her di rexan belê sedemeke sereke jî polîtîkayên partiyê ne. Eve hinde sale çi caran şer ji Cilemêrgê xelas nebuye. Mixabin rêvebiriya partiya Cilemêrgê ji xeynî dikan girtinê u Molotof avêtine çi rêberî bo miletê Cilemêrgê nekir. Ma siyaset kirin kepeng girtin u slogan avêtine. Seroka şaredara Cilemêrgê jineke ciwane. Kurmancî nizanît, ne ji Cilemêrgê ye edet u usulên Cilemêrgê nizanît. Kes çi pê nadet. Weke tayînkirî ji partiyê hate nîşan dan, şibya waliyê dewletê. Dema ew bo Cilemêrgê kirine endama serokatiya Cilemêrgê qet ji xelkê Cilemêrgê ne pirsîn. Kesên ku ev rewşa rexne kirin u gotin bo Cilemêrgê ne kotaya jinê kotaya xizmet u rêberiyê lazime. Gotine van kesan hun xayîn cehş u nizanim çi u çine. Guhê xwe nedane mileti. Rêvebiriya partiyê jî kirine eşîrkanê. Ji ber hindê rehî sedê sih kêm bun. Dîsa jî bo wan ne xem bu. Ji Enqerê hinde rêvebirên partiyê qerar dan u eve jî demokrasî bu. |
|
22.07.2014 01:49 |
miho gewda
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |