1. Şêx Mihemed Kerbelayê helbestvan û nivîskar, herweha mêrxasê bi navûdeng , di sala 1885an de, li gundê axtepe ji diya xwe re çêbûye û di sala 1939an de jî, li gundê Çolê çûye ber dilovaniya Xwedê û li gundê Axtepe di wargeya xwe ya timî de dimîne.
Şêx Kerbela kurê Şêx evdirehmanê axtepÎ ye. Lê ew bi Şêxîtiyê qewî nehatiye naskirin. Di nav xelkê de, jê re Mihemed Kerbela, yan jî Kerbelayî dihate gotin. Herweha alim û zanayekî gihaştî bûye. Xasma di warê zanîn û dersdana feqiyan de, şûna bavê xwe dagirtiye. Sed heyf û mixabin M. Kerbela nezewîye, li paş xwe ne kur û ne jî qîz hiştine û kurdûnde ji dinyayê koça xwe bar kiriye.
Wî, mîrata xwe tenê du heb pirtûkên granbiha ji nefşên nûhatî re diyarî hiştine. Li gorî gotinên xelkê, M.Kerbela ji mîrata bavê xwe Şêx Evdirehman jî, ji xwe re tenê pirtûk hildane. Wekî din, mal û milk ji xwişk û birayan re hiştine. Ji ber wan xeysetên wî yên rind û gihaştina wî ya zêde, di nav xelkê de navûdeng daye. Herweha bi hunermendî, zanyarî, rewşenbîrî, helbetvanî û welatparêziyê jî menşûr bûye. Ew, di ilmê Erebî û Farisî de pir zana bûye, wek zimanê xwe yê netewî zanibûye.
M. Kerbela di şerê şoreşa 1925, bi serokatiya Şêx seîd de alaya azadiyê hildaye. Piştî fetisandina Serhildanê, Hikûmeta Tirk wî jî bi hin serok û berpirsyarên Dozê re biriye neyistanê (nefî) û wî li bajarê Uşaqê xistiye bin çavdêriya mecbûrî. Lê piştî demekurtekê, wî ji wirê hinartine bajarê Edenê. Di sala 1927 an de, piştî ku Roma Reş ji Kurdan re “lêborîna giştî“ beyan kiriye, M. Kerbela jî vegeriye gundê xwe. Lê mixabin ew li beyabanê pir zor û zehmetî dîtine û nexweşîneke bêderman girtiye. Ew nexweşî, lê pir tîn kiriye û bi salan domandiye, heta ku bûye sedemê mirina wî.
Li gorî gotinên xelkê, Kerbela di ber sekerata mirinê de weha gotiye: "Ez sindoqeke devgirtî hatim û devgirtî çûm!"
|