Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 22 peyam
kitêbeke hisabî

kitêbeke hisabî

1. Perçeyek ji meqele “klasîkên m – an şahir û edîbên me ên kevin)” ya celadet alî bedirxan:

Vê paşiyê kitêbeke kiçik ketiye destên min, Kitêbeke mewzûn. Tê de qala hisabî kirine. Ev in çend beytên wê:



Neh caran neh bi xwe hesêb ke biltemam

Heştê û yek in, tu bizan ya ez xulam.

Heşt caran çar çend in eya şîrînbira

Ew sih û dû ne herçî zêde ji te re.

Heft caran pênc çend in eya tiflê piçûk

Ew sih û pênc in da ko pê nebî xudûk.

Şeş caran sê çend in eya sahib meqal

Ew deh û heşt in tu bizan ya pîrê kal.

Pênc caran pênc çend in ey mêrê çak

Ew bîst û pênc in tu bizan ey canê çak.

Çar caran heft çend in tu bêje vê demê

Ew bîst û heşt in da tu hilnegrî xemê. Sê caran neh bo te beyan kim ya delal

Ew bîst û heft in tu bizane ya heval.

Du caran çar çend in min bo te kirye xet

Ew heşt temam in der vê nezma pir xelet.

Êk caran êk êk e bizan ya nasiha

Bo feqîrê koyî bêjin fatiha.



Di dawiya vê kitêbokê de bi erebî şerhek heye. Li gora vê şerhê xwedî kitêba xwe di sala 1345ê romî de nezim kiriye; berî hevdeh salan.



18.09.2014 11:17 | xwelî li ser

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
se7en [2]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
hîperemezîs gravîdarûm [1]
%80yê jinan dema ducanîtîyê dilê wan dixele û vedireşin û ev tiştekî a...
wele govend ranabe [1]
Straneka aram tigran e. Gotinên stranê ji aliyê Dîkran Melîkyan we hat...
sendroma swyerî [1]
sendromek e ko rê lê vedike ko karyotîpa mirovî 46XY be lê fenotîpa wî...
belki ev jî bala te bikişînin
» kitêbeke hisabî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî