Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 24 peyam
peyvên herêmî

peyvên herêmî

26. tu zik merivan de nemîne

dema ku yek pir kenî dibêjin..rewşa dema ku yek pir kenî tu zik jê re nema ye ..ji ber ku meriv pir dikene..belkî zikopişto'ya herêmî ye...wate bi tirkî yekser "gulmekten hîç karnim kalmadi" ye ..lê nabe..

mînak: wî guhdar bikin ji kenan tu zik merivan de namîne...

dema qalê tiştên hatî serê xwe dike ji kenan tu zik merivan de namîne..



oxo (n)

wekî sawerek e û bixwe heyinek xeyalî ye bo tirsandina zarokan dikartînin..dema zarokatiyê digotin nanê xwe bixwin, baqil bibin ku we weha nekir emê vê bidin oxoyê..oxo hat ê we bibe ho! em ji oxoyê pir ditirsîn..di şevan derdiket û di tariyê de di nav daran, zeviyan de xwe vedişart wekî merivek rû tarî tê bîra min..



qollo (rgd)

di nav dijûnan de dibêjin..yên qelew, bi goşt û hinek aqilkem, beserek re dibêjin..

mînak: min tu qurban golikê kiriyo, qolloyê malê hesî kerre, tim li ber ramedîn e..



bûkî kirin

sû ketin, xeyîdîn bi tirkî kusmek konuşmamak..ji rewşa bûkan pêk hatiye..çawa neketiye hin ferhengan şaş dimînim...

dema ku yek yekî re deng nekirî, neaxifî, sû hatî dibêjin bûkiyê dike..

mînak: tu çima ji min re bûkiyê dikî, min ji te re çi gotiye..

ji birayê xwe re bûkiye meke, ev birayê te ye..



çav pusik

cihê çavşujin re çav pusik jî dibêjin.. belkî bi bandora tirkî ji gotina puslu gozlerê be nizanim..

mînak: lawikek çav pusik, kur şûtik û rindik...



gihayê çiyayê an jî çayê çiyayê: gihayek ku demsala payîzê kom dikin û di çaydankê de dikelînin e..nola çayê vedixwin, an jî bi çayê reş re tev hev dikin, renga çayê zer û tam pir xweş e..yên ku ho bûyî nikare çayê reş vexwe..li aliya meletiyê mereşê li gir, gaz û çiyayan de gihayek ku u xwe xwe heşin(şîn) dibe ye..



paşînî: cihê roja şemiyê dibêjin ku heta îro min digot nivîskî jî wîsa ye.. li cem yekî min bi kar anî got paşînî çi ye..ji bona roja şemî , cumartesi ya tirkî, dibêjin..

herêm: baliyan/atmiyan



06.01.2015 00:38 | havka

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
dopamîn [1]
Di kesên şîzofrenîk de ew norotransmîtter bilind dibe, ew jî d...
sendroma kluver-bucyî [1]
Sendroma ku ligel Atrofiya bîlateral a amîgdalayê herî kêm bi ...
sendroma eisenmenger-î [1]
Xwîna paqij û lewitî di dil de li nav hev nakeve lê car caran berevajî...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Dîno- Neçe Dûr

(stur: hozan dîn...
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1]
çima? (wêne: https://tirsik.net/wene/w/ziman/serdestiya-zimane-tirki-y...
belki ev jî bala te bikişînin
» peyvên ku dişibine hev

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî