11. ji qamişlo, rojavayê kurdistanê, stranbêjekî rapperê kurdî ye. weke yekemîn rapperê rojavayê kurdistanê tê qebûlkirin û kilamên xwe bi zaravayê kurmancî dixwîne. ew bi rapên xwe yên balkêş mijarên rojane yên rojavayê kurdistanê tîne ziman, wek pêşketinên dawî yên şoreşa sûrî. şerîf omerî yekemîn konsera xwe ya mezin di çarçoveya xwepêşandineke kurdan de pêk anî û gelek rastî ecibandinan hat. meriv kare bibêje ku omerî êdî bûye dengê ciwanên şoreşa rojavayê kurdistanê, ji ber ku bi dengê xwe yê dilêş û gotinên xwe yên rasteqîn bandorekê bêhempa dide guhdarvanan û pirsgirêk, hêvî û daxwazên ciwanên rojavayî bi awayeke bêsansur tîne ziman. dengê şerîf omerî hinkî zirav be jî, mijarên gotinên wî giran û kûr in. ji hêla xwendinê ve gelek jêhatî ye û lewra stranên xwe pir hişkî (lezgîn) dixwîne. hêjayî gotinê ye ku gelek klîbên wî yên weşandî li taxên bajarên rojavayê kurdistanê hatine kişandin. |
|
19.03.2015 02:02 |
remlavêj
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |