Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 21 peyam
gendelî

gendelî

4. di kurdî de gotina ”gendel” tê wateya pîs, ne pak, qirêj û xweneşûştî. wek mînak, ”xwedê hebîna bes behsa diya xwe bike lo, ji wê gendeltir jin nîne. li cem min hesk li serê kûçik xist û piştre neşûşt û xist nav beroşa mehîrê..”

helbet ez li gor herêma amedê dibêjim. ji ber ku hinek gotin carnan li herêmên cuda bi nûansên biçûk û cuda tên bi kar anîn û guhertin. gotin an peyv wateke din digre an jî dibe peyveke duwateyî. belê ji kesê weha ne pak re ”gendel” dibêjin. kurdî ji aliyê avakirina ziman ve dikeve koma çemanbar. di vê koma ziman de dema peyveke nû were çêkirin an jî bêt çemandin bi gelemperî koka peyvê tê guhertin û formeke nû digre. pêşkît, parkît û daçek dikarin werin serî, werin navê an jî dawiyê. di gelek zimanan de, di navbera peyva pêşkît û parkît de têkiliyek tê dîtin. kok dikare di peyva çêkirî de wek xwe jî bimîne. komên hînd-ewropî û samî dikevin nav vê koma çemanbar. ji kurdî çend nimûne ji bo pêşkîtê: ve-xwarin, ve-ne-xwarin. nimûne ji bo parkîtê: pirtûk-ên, gund-î- tî…

belê peyva ”gendel” jî parkîta ”-î” digre û dibe ”gendelî.” ango karê ku mirovên gendel dikin. wek pîs û pîsîtî. dema dem û dezgehên sîyasî, çandî û civakî hebin, dikarin di nav demê de li hinek peyvên kevn wateyên nû bar bikin. di wateyeke polîtîk, çandî û civakî de bi kar bînin. niha peyva ”gendelî” li başûr di warê sîyasî û civakî de wateyeke din lê bar kirine. wateya bertîlxwarî ku di alema îslamî de ”ruşwet” tê gotin û ewropî jî dibêjin corruption. tirkan jî navê ”hortumculuk” lê kirine. dema mirov dewlet be, dem û dezgehên mirov hebin, peyv û ziman weha tên guhertin û dewlemend dibin. li gotinên berê wateyên nû bar dikin. ma hûn dizanin ku peyva ”volvo” peyveke latîni ye û ketiye nav zimanê swêdî? wateya volvo ”ez gêr dibim”. dema fabrîkaya volvo hatiye avakirin navê volvo lê kirine. otomobîl jî bi tekeran gêr û çerx dibe û diçe. yalla yabo mêrdîne!



19.03.2015 21:02 | remlavêj

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
se7en [2]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
hîperemezîs gravîdarûm [1]
%80yê jinan dema ducanîtîyê dilê wan dixele û vedireşin û ev tiştekî a...
wele govend ranabe [1]
Straneka aram tigran e. Gotinên stranê ji aliyê Dîkran Melîkyan we hat...
sendroma swyerî [1]
sendromek e ko rê lê vedike ko karyotîpa mirovî 46XY be lê fenotîpa wî...
belki ev jî bala te bikişînin
» gendelî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî