Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
alan turing

alan turing

1. Di 23'ê pÛşpera 1912an de li londona ji dayik bûye. NAvê wî yê dirêj alan mathison turing e. Matematîker û zanyarê kombersê ye. Di dîroka teknolojiyê de mirokevî pir girîng e. lewra bi dîtinên wî zanistiya kombersê û herwiha teknolojî gelekî bi pêş ketiye. Yek ji avakerên zanistiya kombersê ye. di şerê dinyayê yê duyemîn de bi makineya xwe ya bi navê the bombe şîfreyên dizî yên elmanan ango enigma'yan bi dest dixe û navdar dibe. Weke min li jor jî got yek ji avakerên zanistiya kombersê ye. Li ser algorîtmayê xebatên mezin kiriye û makîneyeke bi navê turing machine dahênandiye. Bi vê dahêna xwe bingeha kombersên pêşketî avêtiye. di nav waneyên endazyariya kombersê de waneyeke bi navê automata theory heye. ev wane agahiyên di der barê bingehên kombersê de dide. di vê dersê de gelek caran qala alan turing tê kirin.



alan turing hevzayend bû û di zagonên wê demê de hevzayendî qedexe bû. lewma ji ber vê taybetiya xwe kete hepsê. di hepsê de demeke dirêj hormona ostrojenê didin wî. alan turing piştî wextekî di hepsê de mirî tê dîtin. li gorî polêsan wî bi jehr vexwar û xwe kuşt lê hîn jî sedemên mirina wî ne diyar in.



Alan turing di 7'ê pûşpera 1954'an de li bajarekî îngîlîstan'ê koça xwe ya dawîn kir. Hîn jî li ser navê wî xelata turing ji bo mirovên ku zanistiya kombersê bi pêş dixe, tê dayîn.



Hema hema meriv dikare bibêje ku ger ew tunebaya dê mirovahî di warê teknolojiyê de ne di vî astî de baya.



05.04.2015 16:02 | mergehez

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» alan ciwan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî