Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
bavitî

bavitî

1. hesteke ecêb e, tevî ku nakevim vê klasmanê jî, hîs dikim lê biborîne bavê min ku ez hê bav nebûme û gelek salên dî jî wê nebim..

tu zanî, salên te yên bihurî weka libên tizbiyan dijmêrîm, tizbî diqede, dawiya jimartinê nayê û ew kêlî naqede, ma 73 sal! gidî te bi vê feqiriya xwe çawa debar kir ku 73 salên temam 365 rojan bijmêrî? di dewsa nêviyê te de me tê 48 sal hene navbera min û te de ango bi qasî du qatê emrê min ji min mezintir î ango divê du carên dî vî emrî dubare bikim, sêbare bikim, ma ez ê çawa debar bikim? westiyam, te digo tu yê ji min fêm bikî rojeke ji rojan, hê jî ji te fêm nakim, belkî jiber zazakiya ku ji dna'ya te derbasî min bûye, be? te go çi?

sê roj heye ku li min negeriyayî, destên min jî naçin telefonê-wekî hercarî-



niha di fonê de strana şivanî ya kela kela germa havînê heye, tu zanî bavê min? germa havînê ya amedê gelek dijwar e, bajarê ku te ew ji min dûr dixist bêhn li me diçikandin, nizanim çima û nikarim bikevim li dû egerên wê, gelo çima germ hebe bêhna genim û gulgenim û ka'yên gundê min têt bêvilê min? helebçeyî bêhna sêvê digirtin lê ez ya genimê digirim, dema baranê xweş dikir-di havînê de du an sê caran- kêfa piyên min ên ku bo di ser kayên nermbûyî de bibeze, digihîştin heta tayên porên min, wê çaxê gorekê jî dihêt bîra min, min dil dikir ku herim gulekê deynim li ser gorê lê gulên baxê me dipişkivîn ji ber tîrejên rojê û ez nema dikarîbûm guleke deynim li ser gorê axirî gulgenim liqayî min dibûn, weka ku xweza bêje ha! ev e qedera te, tuyê nikaribî ji xweşikiya min têr bixwî, bi vê gulgenima hişk û zerbûyî tîna xwe bişkîne.

di destê min de gulgenimeke ku ji ber giraniya libên geniman xwarbûyî, ber bi derbestekê de diçûm, her gav di wê gavê de bayeke pirr nerm tayên porên min ên tevlihev, ji hev dixistin, min wê gulgenimê ta bi ta dihonandin li ser heriya gorê û min digo kêmasiya wê ez kirim neyarekî bêwijdan. erê bavitî û neyarî tu car li hev nayên, biborîne min têr ji te hez nekir lê hesta ku te pê li min dixist û di binhîş û derhîşê min de birîneke havîbûyî peyda dikir, li dû pazdeh salan dike ku li min vegere, axirî dil kevir e û dubare heye, sêbare heye û ev bar gelek giran e bavê min..

min ê têderxista û ji dêlava eyêl şar ango zarokên xelkê minê xwe qurbanê zarên xelkê bikira, zarên ku bi giyayan hêş li xwe dikirin afyon..

bavîtî di kela germa havînê de xwe dida der, germa ku qasîda veqetînê bû. min meraq dikir çima îşekî te li ser gorê nîn bû? 21 sal bi vê pirsê bihurîn, çar sal jî bû qurbaniya têrneditînê, niha jî li fonê kela kela germa havînê heye û gulgenimên stûxwar..



09.04.2015 20:49 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» bavitî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî