1. behs û qisetên bûyer û serpêhatiyên bavûkalên kurdan in.. hin jê tirajîk hin jê jî komîk in.. ev çîrok jî bi piranî wekê fablan ji ber tirs û nekarîn an nêwêrîna derbirrîna rasterast sêwirîne û li nav dev û lêvên civakê geriyane.. civaka kurdî ji ber ku civakek e gundî ye piraniya çîrok û çîvanok û meseleyên vê civakê jî li ser faktor û aktorên jiyana gundevaniyê ne.. di van çîrokan de axa û muxtar û key bi piranî bi neheqî û zordestiyê tên sûncdar kirin û şêx û mela û seyda jî bi fehşîtî, doxînsistî, keysparêzî, melaqî û kurtêlxwariniyê tên sûncdar kirin.. her çîrokeka kurdî li gorî herêm û devera xwe taybetmendyên xwe yên karakterîstîk hene.. û eger yekî baş guhê xwe bidêre çîrokekî dikare ji têma û karakterên di çîrokê de herêma ku çîrok jê ye bihêsanî têrderîne.. |
|
06.06.2013 14:03 |
endazer
|
ali çeven [1] |
|
di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryanan [2] |
|
forseti [1] |
|
jan dost [1] |
|
stranên kurdî yên li ser heywanan [2] |