Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
hawar hebe gazî li dû ye

hawar hebe gazî li dû ye

1. çîrokeke qedrî can e.



HAWAR HEBE GAZÎ LI DÛ YE

"Ji bona brayê min Osman Sebrî"

Şevke tarî. çav çavan nabîne. qeşa erdê wek gîzanan lingên min ên xwas dibire. Bayê reş carnan dikeve guhekî min û di ê din ra derdikeve. Qet nizanim ko li kû meÛ Heyîna xwe bi lêxistina gopal li erdê dizanim. Ev çend rûj û şev e bi vî awayî diçim, dawî nayê, ji welatê berf û bagerê xelas nabim...

Belê, îşev jî wek her şev tarî ye. Berf û bager ji awakî li min dide; Sar e, dicemidim. Tewş e, livîn di min ne ma, deng ji min dernayê. Tinê sê dengan min kire gazî û hawar ! ..

Gelo, ev xewn e? çavên xwe vedikim bawer nakim. Lê dizanim ev deng, dengê kurê min e.

(Bavo ! Bavo !)

-Ha kurê min ez li kû me ?

-Bavo! bavê min li mal e, çima çavê xwe venake?

Dîsan bi tirs ko min çavên xwe vekir min dît ez li mala xwe, di nav zarowên xwe, li cihê xwe me. Kurê min (Hîmgiran) li ber serê min rûnişt û got:

-Bavo, gava ko romo welatê me dişewitand tu hê li kir buyî, ji ber vê yekê me xort û canan hevdu girt û dijminên xwe qels kir, me welatê xwe ava kir. Divêt ko bavê me jî bihata; Lê te xuya nekir, ji xwe min xewna te jî dîti bû ko tu di tengasiyê de yî; tu li me (Hawar!) dikî...

Min şal û şapikê xwe tev şidand û ça û zinaran derbas kir, ez hatim. Min dît ko bavê min ji serma û pûkê qefiliye; dilê te tinê davêt; Hema min bavê xwe girt û pirtûgên xwe lê şidand û me rêya mal

girt. Ev çend rûj e em hatine; Dê rabe; Îcar tu me bi jîn ke !



Jiyîn çiqas delal e

Di nêv bav û biran de.



Dil heye ko ne nale

Ber birînên riman da.



Ev birîna riman e;

Barekî pir giran e;



Kezeb, gurçik ne mane,

Li pepûkên Xwehan da.



Hawara me vaya ye,

Xewa bêkêr bela ye,



Qet şik têda ne ma ye,

Di gotinên yaran da .



Kovara Hawar, Hejmar: 1, Sal: 1932. Rûpel: 5, 6



03.09.2015 15:14 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» hawar e
» gazî
» dûz

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî