1. ''Gava ku hinek tişt bêxwedî bimînin, ji êrîşên talankera re dikevine rewşeke guncan. Talanker tên wan tiştên giranbuha û bêxwedî cerd dikin û dikin malê xwe. Mixabin çand, huner, kelepor û wêjeya Kurdan ji bêxwedîtiyê tûşî talankirina talankeran hat.
Talanker radibin bi xwe dipesinin; dibêjin me xebateke gelek giranbuha kiriye û çanda me çiqas dewlemend e hûn dibînin. Qet tu carî behsa cerdevanî/talankeriya xwe nakin.
Ew bûyerên ku hatine serê ziman, çand, wêje û hunera gelê Kurd, bila neyê serê gurên çiya. Bi her awayî çand, ziman û hunera Kurda bi destên devşîrmeyan hate talankirin. Ev çand û hunera bêhempa devşîrmeyan ji bo berjewendiyên xwe talan kirin. Ev devşîrmeyên ku wêrekiya wan tunebû van stranan bi Zimanê Kurdî bêjin, rabûn van stranên gelekî xweşik, herimandin û wergerandine Zimanê Tirkî.
Rûyê xwe reş kirin û xwe di nava gelê Kurd de bêrûmet kirin. Navê wan ê di pelên dîrokê de wek talanker were nivîsandin.
Di Tebaxa sala 1926an de cara yekemîn di berpirsiyariya Gerînendeyê Daru’l Elhanê Yusuf Zîya Beg de li her aliyê welatê Tirkiyeyî seyahat hatine lidarxistin û stran hatine berhevkirin. Rêvebirên wê demê dixwastin çiqas stran hene berhev bikin û teva wergerîne zimanê Tirkî. Armanc ew bû ku her tiştî wergerîne zimanê Tirkî û Kurda asîmîle bikin.
Di Îlona 1926an de ji heyeta Dar’ul Elhanê ; Rauf Yekta, Duru Turan û Ekrem Besîn ji Edenê dest pê kirin û li gelek cihê Anadolê geriyan, li Riha û Dîlokê jî geriyan 250 stran berhev kirin. Van stranan teva tomar/qeyd kirin.
Di sala 1938an de cara duyemîn di berpirsiyariya Konservatuara Enqerê de ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ve seyahat hatine lidarxistin. Ev seyehat, di du mehan de hatine kudandin. Ev xebatin hanê di bin serokatiya Ulvî Cemal Erkîn, alîkarên wî Muzaffer Sarîsozen û Arîf Atîkan de hatine kirin. Muzaffer Sarîsözen bi eslê xwe Amedî bû. Di encama seyehatên xwe de; ji Meletî, Amed, Riha, Dîlok, Mereş û Seyhanê 491 stran berhev kirin.
Seyehata sêyemîn di sala 1967an de di berpirsiyariya TRT de tê lidarxistin û 1788 perçe têne berhevkirin.
Di sala 1976a de di berpirsiyariya Wezareta Çandê de gera çaremîn li herêma Rihayê tê lidarxistin. Ji herêma Rihayê 300 heb stran têne berhevkirin. Piştî berhevkirina stranên Kurdî ev stran; minanî Devokê Rihayê, Devokê Amedê û Devokê Dîlokê hatine dabeşkirin.
Berhevkirina van stranan karekî gelek bi qîmet be jî, lê bele tiştê herî kirêt ew e ku ev stran wergerandine zimanê Tirkî û ew dahilê çand û hunera Tirkî kirine û karê gotina van stranan jî dane hinek Kurdên xwe nenas. Wan mirovan ev stran bi zimanê Tirkî gotine.
Li Tirkiyeyî ji salên 1960î vir ve hin kesên Kurd, stranên Kurdî bi navarokeke din zivirandine zimanê Tirkî û bi vî awayî dikin nav piyeseya mizîkê ya Tirkiyeyê. Gelek kilam û stranên Tirkî, bi melodî û ahenga stranên zimanê Kurdî yên gelêrî hatine gotin. Ev bûne malê ziman, çand û wêjeya Tirkî. Lê belê îro ev rûreşiya wan derketiye holê, tu qîmeta van xebatên
wan nemane û dawiya vir, derew û cerdiya/talankeriya wan derketiye holê. Em tev jî van kesan nas dikin û ne hewceye ku em navê van kesa bidin. Jixwe gelê me van kesa nas dikin.
Stranên Kurdî yên ku melodî, muzîk û naveroka wan wergerandine zimanê Tirkî hinek ji wan ev in:
1-Kürdün gelini -Türkün Gelini
2-De Lorî -Şey Yani
3-Mûmik - Bir Mumdur İki Mumdur
4-Henê Bînin Li Teyştê Kin-Kınayı Getir Anı
5-Di Dinê De Sê Tişt Hene-Bu Dünyada Üç Şey Vardır
6-Lewo Destên Min Berdfe-Makaram Sarı Bağlar
7-Lê Dotmam-Ben Yetim
8-Pêşmerge- Zurnaci İbo Dayı
9-Canê Canê-Caney Caney
10-Ez Kevok im-Hele Yar Zalim Yar
11-Leyla-Leyla
12-Lê Nazê-Nazı
13-Lê Xanimê-Le Hanım
14-Lûrke Lûrke-Lorke Lorke
15-Cotkar-Beyaz Gül Kırmızı Gül
16-Zara-Öleyim
17-Xanê û Xwedêda-Ben Anayım-Ben Babayım
18-Çawîş Xana Leyla-Çavuş Kızı Leyla
19-Lo Berde-Makaram Sarı Bağlar
20-Lûrke Lûrke-Diyarbakır Güzel Bağlar
21-Sînemê-Zap Suyu
22-Esmera Min-Kibar Yarim Esmerim
23-Edlê Yaman-Ay Akşamdan Işıktır
24-Por Zrîn-Toycular
Piştî van talanan, Birêz Şivan PERWER di heqên wan de’wa vedike. Niha jî hinek deweyên wî didomin. Lê belê di sala 2011an de de’weyek ya ji ber dizî û talanê encam dide. Hunermenda ku strana De Lorî ya ku bêyî destura wi ku wergerandibû Tirkî û bi navê Şey Yanî derxistibû, hate mehkumkirin. Mehkemeyê de’waya Şivan di cih de dîtibû û heqê tezmînatê ji vê stranbêjê girt. Ev qerar di rojnameyên Tirkiyeyê de hate weşandin.
Ew stranên ku me li jorê navê wan dane ne ew tenê hatine talankirin. Gelek nirxên ku malê Kurdanên hatine talankirin û ku kirine malê çand û hunera Tirkî û zimanê Tirkî. Bela ku çand û hunera Kurda bêxwedî ma ew hate talankirin. Divê em li çand, huner û wêjeya Kurdan xwedî derkevin û li her deverî wan biparêzin.
Çand, huner û wêje
Stranên xwe tu bêje
Kurdî gelekî bi çêj e
Xem û derdan biavêje
Stran dîroka Kurda ne
Serpêhatiyên mêra ne
Ew sirûdên şêra ne
Hêlînên evîndara ne
SILAV Û RÊZ….
Nîşe: Ji bo ronîkirina zêdetir, hûn dikarin serî li Gotara Abdulkerim Bülbül a bi navê “Kürtçe Şarkılar Nasıl Türkçe Oldu” û pirtûka Abdullah Încekan a bi navê “Şivan Perwer Efsaneya Zindî” bixin. Min di vê xebata xwe de gelek sûd ji van herdu camêran wergirt. Ez sipasiyên xwe pêşkêşê van herdu camêran dikim.
- See more at: http://hurbakis.net/content/talankirina-stranen-kurdi#sthash.e75i1vkx.dpuf ''
|