Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 28 peyam
stenbol

stenbol

38. tu serê sibehê radibî, çavên te xumarî ne, şevek beriya rojê, tu nûçeyan dixwînî, aqil ber diavêje, derûniya te serobino dibe, naxwazi ji nava lihêfan rabî û herî kar lê mecbur î ji lew feqîr î, çarneçar piyên xwe ber bi lawaboyê ve dilivînî, qurtek avê di ser û çavên xwe de wer dikî, şil dikî, piştre bi derûniyeke têkçûyî ji malê derdikevî, di hişê te de welat heye, agirê ku pêl bi pêl belav dibe heye, mirin û kuştin heye lê ji dêst tiştek nayê, diçî rawestgeha dilên şikestî, însanên bêhnpêketî, herkes dipeyive, rûyê sar yê însanên vî bajarî her dikenin, di navbera xwe de behsa sevgilyên xwe dikin, serkeftina beşiktaşê pîroz dikin, şîna têkçûna galatasarayê digirin lê tu di ber re derbas dibî, siwar dibî û ber bi metroyê re diçî, xirecira însanan di laşê te de tesîra bombeya atomê çêdike lê di ber re derbas dibî, ji bo ku bikevin metroyê û qûna xwe ya nazik û nazenîn deynin li ser koltixekê zora hevdu dibin, di ser hev ve diajon piyên xwe, hevudu dipelixînin, tu matmayî piçeke ji wan dûr vê dîmenê temaşe dikî, ya rabbel alemîn! ev çawa jiyan bû te kir nesibî me û bi derdan kalîbreya êşkişandina me bilintir kir? dibêjî, xwe bi xwe, bi tenê, kes nabihîze, siwar dibî paşiya wan gişan, hemî kes boş û betal tên ji te re. rûyê te qet nakene, ji metroyê peya dibî û diçî kar, rojbaaaaaşşş! peyva ewilîn a ku ji hevkaran dibihîzî, ew dikenin lê tu nikarî, ji edeben bişirîneke sexte li ser lêv û dêmên xwe divenişînî, tam wê kêliyê dilê te ji te dixele, têk diçî, bo roja êvarê dia dikî 'beriya ku yekî bikujim min bigihîjîne malê ya rebbel alemîn!'...

ev bajarekî wilo ye ji bo kesinan kêf û şahî ye, bo kesinan angaryaya feqirî ye, bo kesinan êşkenceya jiyanê ye...



16.12.2015 22:39 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol