Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 32 peyam
kovara wêje û rexne

kovara wêje û rexne

2. daxuyaniya kovarê,fermo:

Ji raya giştî re;



Kovara “Wêje û Rexne”yê, kovara wêjehezên kurd e, ew kurdên ku ta’ma wêjeyê ji wan re derd e û dixwazin pêşniyaz û rêbazên wêjeyeke dewlemend bigihînin qadên wêjeya kurdî. Derdê me, tenê avakirina kevneşopiyeke rexneya wêjeyî, agahdarkirina xwînerên kurd ji wêjeya “baş” ya kurdî û cîhanê, teorî û analîzên piralî û ceribînên nû û nûjen e.

Em dixwazin di serî de bi awayekî eşkere û bêguman û bênîqaş bibêjin ku kovara “Wêje û Rexne” kovareke %100 bi kurdî û %100 li ser rexne û analîzên wêjeya kurdî û ya cîhanê ye. Bi nêrîneke rexneyî ku li ser nirxên ziman, çand û wêjeya kurdî avabuyî; lê di heman demê de jî cîhanî…

Di vê encamê de, armanca me ev e ku em mijarên wêjeyî bi nivîsên zanistî û analîtîk bigihînin xwîneran. Di vê çarçoveyê de, em ê tim li benda hevkarî û alîkariya wêjehezan bin ku ziman û wêjeya kurdî ji xwe re kirine derd. Bêyî ku em li nav, naşnav, pozîsyon, beş û jiyana wan binêrin, li benda hevkariya wan in. Li benda fikr û pirsiyarên wan in ku dikarin bi awayekî azad serê xwe li ser wêjeyê biêşînin.

Cureyên wêjeyê yên wekî helbest, çîrok û nivîsar di gelek kovarên din de tên nivîsandin. Di vê kovarê de me xwest em dest bavêjin cureyekî din ê wêjeyê, dest bavêjin rexneyê û me hay jê heye ku divê kurd di vî warî de bi awayekî zanistî û analîtîk tevbigerin da ku cureyên afirînerî yên wekî helbest, çîrok û romanê bên nirxandin û bên bipêşxistin.

Di encama nîqaş û xebatên me yên çend mehî de, em wek xebatkarên kovarê bi vê nameyê diyar dikin ku em ê kovareke li ser rexneya wêjeyê çap bikin. Bi vê encamnameyê û naverokê em ê li benda hevkariya we bin.

Li jêr bi giştî me mijarên ku dikarin cî di kovarê de bigirin, nivîsandine. Lê helbet dibe ku kêmasiyên me ango xeletiyên me hebin. Xeletî û kêmasî para me ne û rastkirin û efûkirin jî para we ye. Deriyê me yê tim û tim ji ramanên we yên hêja re vekirî be…



•Di her hejmarê de li ser mijareke taybet dosye wê bên amadekirin. Mijara dosyeyê ya vê hejmarê “di wêjeyê de mekan” e. Lê ji bilî mijara taybet ya dosyayê jî ev mijarên din ê cî bigirin:

• Hevpeyvîn (herî zêde du hevpeyvîn).

• Gotarên rexneyî li ser wêjeya kurdî û ya cîhanê.

• Teorî û têgehên li ser wêjeyê.

• Analîzên li ser dîroka wêjeya kurdî û ya cîhanê.

• Nivîsên di derbarê wêjeyê de an têkilî bi wêjeyê re hene.

• Danasîna pirtûkan.

• Ferhenga têgehên wêje û rexneyê, biyografiya rexnegiran.

• Nûçeyên li ser wêjeyê,..hwd

Kovara “Wêje û Rexne” ê salê sê hejmaran çap bibe. Ji bilî zaravayê Kurmancî, heya ji destê me were, em ê nivîsên Kirmanckî û Soranî (bi tîpên latînî) jî çap bikin. Du armancê me hene ji bo vê biryarê. Yek, pêşdebirina rexneyê di her zaravayî de; du, fêmkirin û xwendina me kurmancîaxêvan ji bo zaravayên me yên din. Di her hejmarê de mijareke sereke wê hebe û em ê hewl bidin ku bi her awayî li ser wê mijarê gotarên têr û tije bên çapkirin. Mijara dosyeya hejmara duyemîn ê di hejmara pêşîn de bê diyarkirin. Werger wê ciyekî girîng di kovarê de bigire. Gotarên hêja wê ji zimanên biyanî bên wergerandin.

Ji bo hilbijartina nivîsan, jêdera me bikaranîna zimanê rexneyê û zanistê ye; dûrbûna ji klîşeyên pesindayînê ye. Em, lijneya weşanê, heqaretên li kesayetiya nivîskêr û nirxên mirovahiyê qebûl nakin û nivîsên bi vî rengî jî çap nakin. Lijneya weşanê dê nivîsan bibijêre û bi sîstema puandayînê nivîs ê bên çapkirin. Di dema bijartina nivîsan de, berpirsiyarek ji lijneya weşanê dê gotaran bêyî navê nivîskêr li lijneya weşanê belav bike. Di encama xwendin, nîqaş û neqandina nivîsan de, nivîsên ku hatine hilbijartin dê piştî redaksiyonê, weke halê dawî yê gotarê ji nivîskaran re bê şandin.

Em ê ji bo kovarê nivîsan bi stîla MLA yê çapbikin. Ji kerema xwe re, nivîskarên ku gotaran bişînin bila li vê yekê miqate bin.



Dema dawî ji bo nivîsşandinê:01.11.2013

E-mail:wejeurexne@gmail.com



Ev kovar wê bi hevkariya endamên ‘Kulûba Xwendinê ya Diyarbekir’ û ‘Koma Xwendinê a Qoserê’ bê weşandin.



02.09.2013 00:04 | tivirloismail

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Kazo- Lê Nazê

(stur: Hesen Şe...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Rowal Navgundî-Gundê Hember

(stur: ...
bayê xerbî [5]
Nivîskareke ev demeke dirêj dibînim li tirşikê dinivîse û geş dike. J...
payîzava [1]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1]
ker di simbêlên waliyê hewlêrê ne. me bi bayê bezê ji bîr kir çaxê ala...
belki ev jî bala te bikişînin
» kovara peyv
» wêjeya zarokan
» rexnedîn

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî