Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 25 peyam
otonomî

otonomî

1. Peyvên wek otonom û otonomî ji peyvên yewnanî yên autos] (xwe) û nomos (zagon) pêk tên. Wateya wê ya orîjînal "serbixwe, xweser, xweger" e. Lê di dema nûjen de wateya wê weke têgîneke edalet û siyaseta navneteweyî ji bo xweserî û xweseriyên sînorkirî re tê bikaranîn.



Herêmên otonom li welatekî herêmên wisa ne ku heta radeyekê xweser in, mafên xwe yên birêvebirinê hene, di hinek waran de ji birêvebirina desthilatiya derve azad in. Lê dîsa jî di qada naveneteweyî de desthilatiya wan tuneye û pêgirtiyên hikûmeta navendî ne.



Awayên wan ên tîpîk wisa ne ku yan ji aliyê erdnîgarî ve cuda ne, yan jî li wê herêmê bi piranî neteweyekî din dijî. Bi giştî weke mînaka duyem in. Li herêmeke taybetî ji bo hindikahiyeke neteweyî mafên birêvebirina mijarên navxweyî, çandî û hwd tên dayin. Lê ev maf û desthilatî ji aliyê hikûmeta navendî ve tên dayin û li gorî hiqûqa navxweyî û ya navneteweyî hikûmeta navendî dikare wan mafan biguherîne an jî betal bike.



Herêmên xweser di nav xwe de dibin sê beş:



xweseriyên xakî (teretoryal)

xweseriyên xakî yên jêr-deverî

xweseriyên herêmî

Ji van cureyan ên xakî (teretoryal) ji aliyê dîrokî û civakî ve welatên cuda ne, ji ber ku xakên cuda ne. Yên jêr-deverî di nav welatekî de deverên piçûk ên di nav deverên mezin de ne û yên herêmî jî tenê ji beşên welatan ên wek bajar, parêzgeh û hwd pêk tên.



Bi giştî dewletên yekpare bi rêya devolusyonê herêmên otonom pêk tînin, weke Keyaniya Yekbûyî.



Dewletên unîter (yekpare) heta radeyekê dikarin maf û desthilatiyên birêvebirinê bidin herêman, desthilatiyên xwe bi wan re parve bikin, li herêman parlamentoyan pêk bînin. Mînakên balkêş ên dewletên unîter ku maf û desthilatiyan didin herêman Îspanya û Keyaniya Yekbûyî ne. Wek mînak Keyaniya Yekbûyî dewleteke unîter e. Di nav xwe de Skotland, Wales (Galer) û Bakurê Îrlandê weke welatên pêkhêner nas dike û bi rêya devolusyonê hinek ji desthilatiyên hikûmeta navendî bi parlamentoyên van welat/herêman re hatine parvekirin, ku xwebirêveberiya herêmî pêk bînin, û bi vê re karûbarên xwe yên çandî, zimanî, kevneşopî, hiqûqî, îdarî û hwd ên herêmî bi xwe bikin.



Çavkanî

BARAN RİZGAR - AWAYÊN DEWLETÊN NÛJEN



30.04.2016 16:20 | bûtîmar

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Kazo- Lê Nazê

(stur: Hesen Şe...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Rowal Navgundî-Gundê Hember

(stur: ...
bayê xerbî [5]
Nivîskareke ev demeke dirêj dibînim li tirşikê dinivîse û geş dike. J...
payîzava [1]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1]
ker di simbêlên waliyê hewlêrê ne. me bi bayê bezê ji bîr kir çaxê ala...
belki ev jî bala te bikişînin
» otonomî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî