Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 21 peyam
nifirên kurdî

nifirên kurdî

56. Kalîna pez li ber deriyê te neyê!

Kambax be!

Kebaniya te bimre!

Kefreşiya mirinê te bigirit!

Kerafî!

Kerrafî be!

Kerrafiya mêrê mirinê!

Kerrafiyê bixwe!

Kerr biyo!

Kerrê te li kwirê te bi hesili! (bi qelibe)

Kevir kuçik li serê te be!

Kevir û ber te de were!

Kevir û koçik li te bibare!

Kevrê te bi ser kevran nemîne înşellah!

Kezeb piritî!

Kezeb reş!

Kezeb xwê biyo!

Kezeba te bişewitit!

Kezeba te bikele!

Kezeba te devê te de bê xwarê!

Kezeba te parî parî be!

Kezeba te were xwerê!

Kezeba xwe reş neke!

Kezebşewitiyo! Kezebperitiyo!

Kezîkurê!

Kilîta li deriyê te bikeve!

Kirmên duvî bidin laşê te!

Kitig di kuçka te de bizên!

Koçik nan destê negre!

Koçkê te bê agir be! (Yanî: tu bê jin bimînî)

Koda gerê bi dest de nekevit!

Kok lê bibire

Koka we biqele (biqelike)!

Koka we vemire!

Konê te ji nav konan bê hilanîn!

Korahî di çavên te bikevit!

Kordunde çûyî!

Koremar bi te vede!

Korocax bî!

Kotîbîn bikeve mala bavê te!

Kuçikê har bi te bigre!

Kul bikeve mala te!

Kul û mirin!

Kula Helebê bikeve mala babê te!

Kula Helebê di mala te bikeve!

Kula Helebê li te keve!

Kula reş ser mala te de bêt!

Kula salê li te bikeve!

Kulê biro!

Kulî di zadê te bikeve!

Kund li deriyê te bixwîne!

Kund li ser xaniyê we deyne!

Kundê kor li deriyê te bixwîne!

Kundê kor li şûn û warê te bixwîne!

Kunêra reş li singê te hato!

Kurê helekê!

Kurê te bimre!

Kureder!

Kurm û kêz di laşê te bikevin!

Kurr û kem bî!



05.09.2013 01:17 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol