Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 20 peyam
kesên kurdbûnê bi kurdîzanînê ve girê didin

kesên kurdbûnê bi kurdîzanînê ve girê didin

9. Ev mijara navderbasbûyî di kovara wêje û rexneyê de hejmara 3 an de bi sernavê 'nasname û ziman' ve ji alîyê haşim ahmedzade ve hatîye nîqaşkirin. Berê ku em vî nîqaşê bidin destpêkirin divê em dîyar bikin ką gelo pîvana netewbûnê çi ye? Û ji bo ku em bo gelekê, mîlletekê bêjin; 'ev netew e' kîjan taybetî hewce dike, û bersiva van pirsan gelemperîye an jî lokal e? Piştî ku me van pirsan bersivand hingê hêdî hêdî ava şolî zelal dibe. Em bi pirsa kurdî, kurdan û kurdîstanê de dest bi nîqaşê biken. Hewcehîyên netewbùnê diguhere, bersivek gelemperîye çi nîne mînak : Mirov dikare amaje bi nasyonalîzma skoçyayî bike ku bi saya hebûneke dîrokî, ji kevin de qet pirsa zimên girîng nedîtîye(gelnner, 1994: 44 ji wêje û rexne yê) ù ev mînak jî hêjayî xwendinê ye: bavê nasyonalîzma filîpînî jose rîzal romana xwe ya navdar 'destê xwe bi min neke' di sala 1887 an de bi zimanê dagirkerên welatê xwe, ango bi spanyayî nivîsandîye(çavkanî ahmedzade haşîm, ziman ù nasname, wêje û rexne, hejmar 3, rupel : 54) ger mirov bi van mînakan ve rêkeve belkî dikare bêje ji bo kurdbùnê kurdîzanî ne ferzu'l eyne lê dema ku bo wan mînakan binêrin em nikarjin şert ù mercên van gelan rasterast bişîbînin pirsa me kurda û kurdî. Ger em wek îsmaîl beşîkçîyê bifikirin ku wiha dibêje û bi ya min rast dibêje : 'di navbeyna ziman û ramanê de têkîlîyê xurt heye, eger em bi kurdî biaxivin emê weke kurdekî bifikirin na eger em bi tirkî biaxivin emê wekî tirkekî bifikirin' eger em dûv seydayê mezin beşîkçî bifikirin hingê rewş diguhere û di hewcehîyên çarenûsa pirsa kurdî de kurdîzanebûn dibe şerta yekemîn. Delîlek ewe ku kesên kurdîzan pêtir di pirsa kurdî de dilêşin, bihemîyetin û xîretkêşin binêrin derdora xwe ew kesên ku bo bikaranîna kurdî de serê xwe diêşînin pêtir welatparêz in û ew kesên ku ne welatparêzin kêmasîya wan pêtir di bikaranîna kurdî de heye. Çi dîndar çi ne dîndar, çi jin çi mêr, çi xelkê avam çi kesên zana, encam yek e ango bi kurt û kurmancî di navbeyna kurdîzanî û kurdbùnê de pêwendîyek wetedar, erênî û girîng heye.



19.06.2016 01:10 ~01:23 | azad30

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
se7en [2]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
hîperemezîs gravîdarûm [1]
%80yê jinan dema ducanîtîyê dilê wan dixele û vedireşin û ev tiştekî a...
wele govend ranabe [1]
Straneka aram tigran e. Gotinên stranê ji aliyê Dîkran Melîkyan we hat...
sendroma swyerî [1]
sendromek e ko rê lê vedike ko karyotîpa mirovî 46XY be lê fenotîpa wî...
belki ev jî bala te bikişînin
» kesên ku pirtûkan bi deyn digirin
» girêfîtk

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî