2. stranek ji stranên li ser zewaca kesên misilman û ne misilman hatiye ziman, straneka xweşe lê hingî min gohdarî kiriye ez jê kerixî me berê xweş bû niha meriv serxweş be jî nayê gohdarîkirin êdî nexweşe *, gotint wê ev;
Ax de were lê, were lê were lê lê..
Ax kirîvê lê lê axx oxxx..
Kirîvê vê sibê wezê bi Çiyayê Şengalê, gola
simoqiya diketim îro gelî di gelîda gelî di gelî
da di gelî da kirîvê lê
Minê bala xwe dabû ku vê sibekê keçka
Simoqya li xwe kiriye kirasê sorî melesî çeka eba wî eba dawî di serî da
Xwe berdabû devê Gola Simoqya mîna kevoka,
şînwerdeka Çemê xebûrê di binî da lê kirîvê lê
lê
Kirîvê tu zanî ev gunê min û te çiye ev hewqas
şop û rê li min û te girtî ye
Ji min û te ra bûye sûc ku ez misilman im tu
jî Êzidî ye kirîvê lê lê…
Kirîvê wez ketime bextê te, tê vê sibekê bi
dengê qebe qeba heramî kewîde
Xwe berde pozê Şengala Şewitî
Tê bi şêxa şêxê Melekê Tawis ke, were di ser
derd û kula re ramûsanekê bi ser can û
cesedê kirîvê xwere berde
Kirîvê lê lê
Kirîvê heger xêr be bira ji dê û bavê te ra be
Heger gune be bira sedeqa ber serê feqîrê we be kirîvê lê lê…
îca keçikê bankir;
Kirîvo wez jin im ne bi destê xwe me
Qurbana te me talan neke, ji xwe netirse, wez
sond dixum bi Şêx adîkê melekê
tawis be
Hege wez mirim ji axa sara me, hege ez
bimînim ji rih û can û cesedê kirîvê xwe ra
me kirîvo lo..
De ramûsanê me keçikê Êzidîyan, di xweşbûna
sehara sibê di azaniya melê da kirîvo lo…
Sîng û berê min, kara xezala min xivşê, min dîlmezê, min kevoka, şînwerdeka Çemê Xêbûre
lo kirîvo lo..
De mîna fîncanên qehwê ferfûrîne, dev û lêvê min
mîna şekirê Amedê di devê çiyê de kaxitkirî
dişîne, kirîvo lo..
|