Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 22 peyam
goristana bêkesan

goristana bêkesan

1. Ew goristanin ku piştî mirina mirovekî/ê ku eger bedenê wî/ê kesê mirî bêxwedî be hingê veşêrine goristana bêkesan ne navek heye ne nasnavek ne cihek heye ne jî tiştek axkî mirov her çi awayî be nizane ką yê nav gorê kî ye , ji kîye , jin e mêr e, xort e an jî kal e?



Piştî ku şerê hendekan destpêkir belkî min deh nuçe xwendîye derbareyî vê mijarê de hindî ku ez zanim sedan zêdetir keç û xortên kurdîstan ê di van şeran de veşartine goristana bêkesan. Çi êşeke xedar e ya rebbî. Yaw erê heta nihe wextê şer çêdibu raste gerîlla jî şehîd ketin lê 3 5 10 15 kes şehîd diketin wekî din hejmar her çend bûya teqez termên wan dihatin veşartin, vecîbeyên dînî dihatin kirin heya 3 rojan ji alîyê malbatan ve serxweşî dihatin qebùlkirin ez bixwe tenê mêrsînê ê heta nihe tevlî 7 merasîma cenazeyan bùm wekî din çi gava ji destê min dihat min yasîn î şerîf a xwe hildida ez diçûm Ser gora şehîdan min hem xwe tesellî dikir hem dûa dikir hem jî hêrs û kîn a xwe li hemberî tirkîya yê zêdetir dikir.



lê dê were xwe dîn neke piştî ku şerê hendekan destpêkir êdî tu rê nema ku ez xwe tesellî bikim, êşa xwe sivîk bikim lewra ji ber ku hem kurd dimirin hem jî termên wan bo goristana bêkesan tê veşartin. Ez bawerim piştî ku 20 sal derbas bibe emê hingê bizanibin ka ev mijar çendî dilêş ù bi jan e...



Nûçeya dawî jî êşa min zêdetir kir vê carê 56 kurdên ku şerê hendekan de hate kuştin li sîlopîyê hatîye veşartin.



Agahîyên dîtir;

BasNûçe - Cenazeyên 56 kesên ku di pevçûnên Şirnex, Silopî, Hezex û Cizîrê hatine kuştin, li goristana bêkesan ya Silopiyê hatin veşartin. Otopsiya cenazeyên 61 kesên ku di dema pevçûnan de canê xwe ji dest dane, li Saziya Tiba Dadwerî ya Silopiyê de bi dawî bû. Di encamê de nasnameya 5 kesan diyar bû û malbatan cenazeyên xwe girtin, lê nasnameya 56’an kesan diyar nebû. Karmendên Şaredariya Silopiyê, di bin çavdêriya hêzên ewlekariyê de li Goristanên Başak û Ofîsê cenazeyên 56 kesan veşartin, ku tê îdîakirin endamên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bûn. Ji cenazeyan nîmûneyên DNA'yê hatin girtin û kevirên gorê bi hejmaran hatin diyarkirin. Li Şirnex û Cizîr, Silopî û Hezexê, qedexeya derketina derve bi sedan rojan berdewam kir di serî de Şirnex û Cizîr gelek navçe hatin wêrankirin. Çavkaniyên Serbixwe îdîa dikin ku di pevçûnan de ji hezarê zêdetir sivîl hatine kuştin.



14.07.2016 00:16 ~00:20 | azad30

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
se7en [2]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
hîperemezîs gravîdarûm [1]
%80yê jinan dema ducanîtîyê dilê wan dixele û vedireşin û ev tiştekî a...
wele govend ranabe [1]
Straneka aram tigran e. Gotinên stranê ji aliyê Dîkran Melîkyan we hat...
sendroma swyerî [1]
sendromek e ko rê lê vedike ko karyotîpa mirovî 46XY be lê fenotîpa wî...
belki ev jî bala te bikişînin
» goristana malperên kurdî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî