Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 62 peyam
helbestên dînik

helbestên dînik

2. jê çen helbestên gelek xweş * ;


ı

Ez bibim “tu”yê te…

ez bibim “tu”yê te tu bibe “ez”ê min ez bibim “derdê” te tu bibe “dermanê” min ez li zozanên te bigerim tu li ser çiyayên min ez bibêjim “nanê” min tu bibêje ”ava” min tu bişewite ez bişewitim em agirê hev bitemirînin…

ıı

Bi xêra Xwedê…

bi xêra xwedê
Çi dibe
bi xêra Xwedê
deriyên dergehê xwe veke.
Veke, ez ê wekî feqiyekî nû û ecemî der û dora warên te tewaf bikim bi navê eşqa Xwedê.
Veke, ez ê nimêja evînê bikim bi awirên te bi azana sibehê ve.
Veke, ez ê wekî evdekî gunehkar û windabûyî xwe bavêjim ber bextê te
bi zikîrên xwenenas û serxweş ve.
Veke, ez ê diayên giran û giranbiha bikim ji bo maçên germ û wehşî ji bo kenên ecêb û xweşik. Çi dibe
bi xêra Xwedê
Ev rihê min ê gunehkar û rêderketî bi hembêza xwe
bi germahiya xwe bipêçe. Çi dibe
bi xêra Xwedê
deriyên dergehê xwe veke…






xxvı


were neyar min bibe seyrana erdê pembû
na na!
min bibe bimin tevrika pembû bidekirin
heyfa xwe li destên min yê nazik neyne
bi destên min bi min çapê bike
di peyra avdêriyê bi min bidekirin
nehêle ez bisekinim min bavêje xweydanê
beriya avdêriyê bi min li bîrê bide xistin
min bi xapîne
berî hertiştî av pêwiste av
av dernê heye neft derê neft qet nebe
emê êdî di mineta êlihiyan nin
em li ser bîrê li hevbixin
were em li nav pembû şerek bidin destpêkirin
bira ne şerê eşîran be
ne şerê du birayan be
ne jî yên dozdeh dewalên ecnebiyan
em şerê du neyaran
bidin dest pêkirin
em ji hev bi hezaran mirovên ne xulqîne bi kûjin
ne tirse xwedê çavê xwe girtiye were..
tu dibêjî çi ?
na.
wêdemê were
em hevdû gezkin
paçkin
mizdin
rabin ser hev
hev bi gevizînin
bêhna hev derxin
li devê hev bimijin
û berjêr herin
tu xêra ez gunehan bi afirînim
tu bibe xwedanê xêra ez bibim yê gunehan
were vê helbestê bimin bide dîtin
wekî ayetên hindayî nehêle

ji; helbesta hindayî /occo mahabad



ıv

Biçûka min Tu negirî Tu digirî Bahozek derdikeve Bajarên dilê min hildiweşîne Tu digirî
Lehiyek derdikeve
Zevî û baxçeyên dilê min talan dike Tu digirî
Dinya ji min re dibe jehr û cehenem Hertişt diqerise…



29.09.2016 23:48 ~2016.09.30 00:24 | shorbevan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên kovara nubiharê
» dînik

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî