1. peyveke pir-wate ye..
ji devê wîkîpediyayê:
1- serçav, dêm, wech,
çav û dev û difin û gep û enî
2- rexê bi ser ve:
li rûyê dinyayê
(li ser dinyayê, li ser axê, ne di bin axê ve)
3- tişta/ê bi ser tiştekê ve, tişta/ê tiştek di bin ve:
rûyê doşekê (pateyê bi ser doşekê de têt girtin daku doşek qirêjî nebe)
4- karakter, xwerist, sirişt, tebîet:
rûqayîm (bêşerm)
5- binas, sebeb, sedem, sûc, xeta:
bi milyonan kes ji rûyê te dimirin.
6- kêlek, tenişt, rex :
me berx bi rû çêm da berve jor alêş dikirin.
''hevreha soranî ڕوو (rû), feylî / kelhurî rwî / rî, zazakî ri / rî, farisî روى (rûy) û رخ (rox), pehlewî roy, avestayî reoḍe-, hemû ji îranî. Belkî ji proto-hindûewropî, hevreha heman peyvê bi zimanên slavî, bo nimûne rûsî лицо (lîço) ji ber ku "l" ya proto-hindûewropî di îraniya kevn de bûye "r" (binere "roj" yan "rijandin") çunkî "l" di îraniya kevn de tine bû.''
biwêjen ku kurdan ji ber vê bêjeyê çêkirine:
(bnr: rûgewr), (bnr: rûspî)
(bnr: rûgirover)
(bnr: rûheyv), (bnr: rûhîv)
(bnr: rûpehn), (bnr: rûpan)
(bnr: rûsor)
(bnr: rûçir): (bnr: rûçarox), (bnr: rûçerm), (bnr: rûqaîm)
(bnr: rûfener)
(bnr: rûgeş)
(bnr: rû dan)
(bnr: rûgirtî), (bnr: rûstandî)
(bnr: rûşûştî)
(bnr: rûken), (bnr: rûbiken)
(bnr: rûnerm)
(bnr: rûperî)
(bnr: rûreş)
(bnr: rûsar)
(bnr: rûspî)
(bnr: rûtirş)
|