Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 32 peyam
têkiliya di navbera hoste û endazyaran de

têkiliya di navbera hoste û endazyaran de

1. têkiliyeke girîft e. heçî hoste bi pirranî tenê li ser karekî de pisporiya wan heye, hin hoste hene ku ev 30 sal in heman karî dikin. -carekî dema hosteyekî zirtê xwe li ser hostetiya xwe dida, min go ker bi kerîtiya xwe hefteyekî de hînî rêya malê dibe- ji loma di wî karê xwe de dikarin ji endazyarekî zanatir û jêhatîtir bin. lê dema tu karekî biçekî cudatir datînî ber wan, wekê şagirdekî li wî karî dimînin heyîrî. hej endazyaran nakin, li cem xwe ji bo endazyaran dibêjn yên baret spî. tu ji wan bipirsî wê bêjin em deh qetî ji endazyaran zanatir Û jêhatîtir in. lê tu rojekî li ser wan nesekinî xeletiyên wisa çêdibin ku carina mirov di mehekî lê bixebite nikare telafî bike. têra xwe ji xweqayîl in, şûr simbêlê wan nabirre. nizanin projeyê bixwînin, tu projeyê ji wan re dixwînî, karê ku divê bikin ji wan re terîf dikî, çawa pişta xwe didî wan, wekê xwe pê de diçin û pê de dirrîn. dema ji ber wê xeletiya wan proje revîze dibe jî dibe niçniça wan, dibêjin hûn çima karekî bi du caran bi me didin kirin. tabî dîsa divê mirov gotina xwe ji wan texsîr neke û rasterast bêje ji ber kerrîtiya we. du cure hoste hene. yên xwendî ku ji wan re formen (foreman) dibêjin û yên xwudriste ku li ber destê hosteyekî piştî demekî îcazet standine û bûne hoste. yên formen dîsa îdare bi wan re dibe, guhê wan qul e, xeber bi serê wan re diçe.
gotineke bi îngîlîzî heye ya kê ye nizanim dibêjin ''if you only have a hammer, you tend to see every problem as a nail'' yanî eger di destê te de tenê çakûcek hebe, tu yê bixwazî hemû pirsgirêkan wekê bizmarekî bibînî. û li gorî wê li rêyên çareseriyê bigerî. pirsgirêka herî mezin ya van hosteyan jî ev e, di destê wan de çakûcek heye û bi hesasiyeta çakûcekî nêzikî hemû pirsgirêkan dibin.



07.05.2017 03:33 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
payîzava [1]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
bayê xerbî [4]
Nivîskareke ev demeke dirêj dibînim li tirşikê dinivîse û geş dike. J...
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1]
ker di simbêlên waliyê hewlêrê ne. me bi bayê bezê ji bîr kir çaxê ala...
platforma ciwanên serbixwe [4]
akp'ya bakurê kurdistanê. (wêne: https://images-wixmp-ed30a86b8c4ca887...
çaya germ [1]
Tirşikvaneke nû ye ku 5 meh berê li tirşikê tomar buye. Bi xêr hatiye....
belki ev jî bala te bikişînin
» têkiliya di navbera hoste û endazyaran de
» navbera amed û nisêbînê
» hostes

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî