8. îzafî ye. wekî her mefhûm û têgînê... wekî nêrîn û awirên çavan, wekî her şêweyê jiyanê, wekî her jîndarî... azadî jî îzafî ye. anku li gor her kesî t'arîf û salox û danasîna wê ji hev cuda ye. çawa serê pêçiyên mirovan ji hev cuda ne, wisa. azadî jî ji bo herkesî ji bo hertiştî di rengekî din de ye. ji ber vê hindê herkes ji hêla xwe ve yanî li gor raman û fikra xwe li vê mefhûmê dinêre, dinirxîne, didarizîne û rave dike, belkî jî şirove dike. mirov gava ku qal û çêla tiştekî dikin, di rastiyê de qala xwe dikin, ne qala wî tiştî. yanî xwe vedibêjin, azadî jî wisa. yanî gava ku yek qala azadiyê dike baş bizanibin ku qala xwe dike. herwekî tiştê ku ez aniha dikim. |
|
30.04.2014 02:38 ~2015.07.16 03:53 |
ceso
|
6. Weke agir e, ger ku tu wê biavêjî wê der û dorê te bibe tarî, ger ku hilbigrî destê xwe wê destê te bişewite. Ev gotina ku min got ya mele seîdê kurdî ye ku ji bo îmanê gotiye. |
|
16.01.2014 01:03 |
ceso
|