5. Erebê Şemo di 23.10.1897an de li gundê Susuzê li qeza Qersê, ku di wê heyamê de di bin destelatiya Rûsyayê de bû, hatiye dinyayê. |
|
07.09.2013 18:56 |
endazer
|
3. Ereb Şamîlov yek ji nivîskar û şexsîyetên mezin yên Kurdên Sovyeta kevn e. Çend roman û gelek nivîs li ser Kurdan nivîsîne, wek hîmdarê romana Kurdî tê nasîn û gelek roman nivîsîne. Lê belê heta berî çend salan jî nedihate zanîn ku Ereb Şamîlov ji alîyê rejîma Stalîn de ji Ermenîstanê hatîye dûr xistin, di navbera salên 1937-1954'an de tam 17 salan li Sibiryayê li derwarîyê (exil) jîyaye. Li vir bi jina xwe ya duwemîn Marîya Vasîlevna ve dibe nas, ew bi xwe Uris bûye, ew keçên wî Asê û Zînê ji vê jina duwemîn in. Jina wî ya berê Alman bûye. Ereb Şamîlov di nîveka salên 1950'yî de vegerîyaye Ermenîstanê. |
|
07.09.2013 04:39 |
endazer
|