1. fîlmeka sînemayê ye. sala 1993an bi derhêneriya harold ramis li amerîkayê hatiye kişandin. di fîlmê de rola sereke Bill Murray (Phil Connors) û Andie MacDowell (Rita Hanson) dileyîze. kategorîzekirina cureya fîlmê zor e biçekî, komedî, romantîzm, fantazî, macera Û hwd. te çi bivê tê de heye. mijara fîlmê jî; phil di televîzyonekî de rewşa hewayê pêşkêş dike, 2ê sibatê li navçeyeka pennsylvanyayê wekê roja groundhog tê pîrozkirin. ev groundhog (di ferhengê de min navê wê yê kurmancî nedît, bi tirkÎ; kunduz) xelk li meydana navçeyê kom dibe, ev heywan ji qefesa xwe derdkeve, mirovnên şareza li gorî siha wî (?!) texmîn dikin bê ka zivistan wê çi qasê dî dom bike û buhar wê kengî bê. phil her sal ji bo şopandin û ragihandina vê roj û festîvalê ji bo televîzyonê diçe vê navçeyê. lê di vê çûna xwe de tiştek balkêş tê serê wî; time loop! |
|
15.08.2016 02:43 ~02:43 |
endazer
|