1. komeka mûzîkê ye.. stranên kurdî yên gelêrî bi meqamên nû û bi enstrûmanên curbicur yên dinyayê distirên.. koma çar newa di sala 1999an de tê avakirin.. damezrînerên komê fikri kutlay û ahmet kaya bijîşk in, süleyman gültekin sîgorteger û serhat karakaş jî sosyolog e.. mirov dikare vê komê wek berdewamiya tradîsyona koma amed bihelsengîne ji ber ku serhad û suleyman serkêşiya koma amed jî dikirin.. heta niha bi navê sî, mak û zîz sê albûmên vê komê derçûne.. çeşn Û çeşîdê mûzîka komê mirov dikare bi giştî wek mûzÎka rockê biwesfîne û tesnîf bike.. lê dema mirov hersê albûmên komê digire ber dest hingî fêm dike ku zehmet e mirov mûzîka komê di nav kategoriya rockê tenê de biwesfîne Û binirxîne.. |
|
27.10.2013 17:59 |
endazer
|